Ji yekem sermuzakerevana jin pêşniyarên girîng 2016-10-21 09:03:23 YASİN KOBULAN/MESUT KAYNAR STENBOL (DÎHA) - Sermuzakerevana hikûmetê ya di navbera Gerîllayên Eniya Rizgariya Îslamîya Moro ya Fîlîpîniyan (MÎLF) û hikûmeta Fîlîpîniyê de hevdîtinên aştiyê kir Miriam Coronel Ferrer, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyar kir ku berî her tiştî şerê dualî raweste. Li herêma Moro ya Filipinlerê di navber a gerîllayên Eniya Rizgariya Îslama Moro (MILF) û hêzên dewletê yên Fîlîpînê de 40 salan şer dewam kir. Di şer de nêzi 120 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Şerê navxweyî sala par di adarê de peymana aştiyê îmze kirin. Hewldanên aştiyê ku di sala 2001'an de bi hevkariya Malezya dest pê kir, piştî 17 salan bi encam bû. Eniya MILF'ê şertên peymanê pêk anî û ji bo Bangsamoro xebatên Qanûna nû temam kir. Pêşnûneya Qanûnê ya ji bo xweseriyê amade kir û ji hikûmeta Filipinleran re şand. Piştî niqaş û aloziyên demdirêj hikûmetê di rojên borî de li ser avakirina herêma xweser li hev kir. Hêrama Xweser qebûl kir. Di hevdîtinên rêveberên MİLF'ê û Hikumeta Filipinlerê de Yekem Jina Sermuzakerevan Miriam Coronel Ferrer rolek mezin lîst. Coronel Ferrer ku di heman demê de hîndekara Zanistiyên Siyasî ya Zanîngeha Philippinesê ye beşdarî Konferansa Zanîngeha Sabanci û TESEV'ê ya "Ji bo Zindîbûna Pêvajoya Aştiyê: Kolombiya, Filistin, Endonezya" ku li Stenbolê pêk hat bû. Ferrer, pirsên DÎHA'yê bersivand û diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe divê agirbesta dualî pêş bikeve. Ferrer, anî ziman ku edî her kesî dizanîbu ku bi rêbaza şer pirsgirêk çareser nabe û pêdivî bi agirbestê heye. Ferrer, da zanîn ku di şer de yên b ser bikevin tune bû û dibû wekî girêka kor û wiha got: "Geşedanên ku pêş diketin pêşeroja nivşê nû digirt. Êdî jiyana asayî nemabû. Ji bo aştiyek mayinde êdî rolek mezin diket ser hikûmet û saziyên sivîl ên civakî. Ji ber vê yekê diviya bû pêvajoya diyalogê her dem vekirî bûya. Diviya bû ku muzakereya hemû fikaran ji holê rake dest pê bike." Ferrer, anî ziman ku rewşa Tirkiye pir tev li hev e û wiha got: "Gelek pêvajoyên berê hene. Ji bilî diyalog û hevdîtinê çareserî tune ye. Divê her du alîe jî tedbîrên ewlehiyê bistînin. Dê pêvajoyek gelek zor û zahmet e. Lê divê berî her tiştî mutabakata civakî pêş bikeve. Divê agirbesta dualî pêş bikeve. Divêhemû alî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Divê berî her tiştî pêşketinên ewlehiyê hebin. Di vir de rola mezin dikeve ser milê saziyên sivîl ên civakî. (mae)