Li dijî Kerkûkê ji 3 milan ve êrîş 2016-10-21 07:53:46 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ'ê saet li derdora 03:00’an de, bi awayekî hemwext ji 3 milan ve êrîşî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê kirin. Şerê ku piştî êrîşê dest pê kir, hêjî didome. Çeteyên DAIŞ’ê saet li derdora 03.00’an bi awayekî hemwest ji 3 milan ve êrîş li hember bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê pêk anî. Êrîşên hemwext li dijî Midûriyeta Emniyetê, Walîtiya Kerkûkê û Asayîşa Domîsê hat kirin. Derbarê mirî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bi destxistin. Lê şerê li herêmê hêj didome. Şer bi giranî li derdora Midûriyeta Emniyetê, Hay Eskerî û taxa Îsra Muxfurînê diqewime. (bg)