Artêşa tirk gundê Keştear topbaran kir 2016-10-20 17:16:23 NAVENAD NÛÇEYAN (DÎHA) - Artêşa tirk gundê Keştear ê girêdayî Kantona Efrîn, topbaran dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) artêşa tirk saet di 16.46'an de, dest bi topbarana gundê Keştear ê girêdayî Kantona Efrînê, kir. Topbarana gundê Keştear didome û tê gotin ku di encamê de, welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. (sa)