Walîtiya Amedê heyeta PE'yê qebûl nekir 2016-10-20 16:36:52 AMED (DÎHA) - Heyeta Parlamentoya Ewropayê ya ji bo hin hevdîtinan hatibû Amedê xwest bi walîtiyê re hevdîtinê pêk bîne lê Walîtiya Amedê daxwaza heyetê qebûl nekir. Serdana heyeta ji Parlamentoya Ewropayê ya hat Amedê didome. Heyeta Parlamenteyo Ewropayê (PE) ku xwest bi Walîtiya Amedê re jî hevdîtinê pêk bîne ji aliyê walîtiyê ve nehat qebûlkirin. Di bersiva ku walîtiya da heyetê de tê gotin ku divê daxwaznameyê ji bo Wezareta Karên Hundir binivîsînin. Hate hînbûn ku heyet dê ji Wezareta Karên Hundir re daxwazname binivîsîne. (sa)