Li Bazîdê 2 kesan jiyana xwe ji dest da 2016-10-20 16:33:26 AGIRÎ (DÎHA) - Di serdegirtina malan a taxa Uluyol a Bazîda Agiriyê de 2 kesan jiyana xwe ji edest da. Polîsên tîmên taybet di saetên serê sibê de bi ser malên li taxa Uluyol a navçeya Bazîda Agiriyê de girtin. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinê de pevçûn derketin û piştî pevçûnê hat ragihandin ku 2 kesên ku tê îdîakirin endamên HPG'ê ne jiyana xwe ji dest dane. 2 kesên ku navê wan ne hat zanîn, nehat zanîn ku cenazeyê wan birine kîjan nexweşxaneyê. (mb)