Hevşaredar Çetîn hat berdan 2016-10-20 16:29:53 WAN (DÎHA) - Li Wanê Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn û Hevserokê DBP'ê yê Rêya Armûşê Mehmet Batum ên bi hinceta beşdarî daxuyaniya xwerêveberiyê bûne hatibûn girtin hatin berdan. Doza Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn jî di nav de ya 6 kesên ku bi hinceta tevlî daxuyaniya îlankirina xwerêveberiyê ya Artemêtê ya Wanê bûne hatibûn girtin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn û Hevserokê DBP'ê yê Rêya Armûşê Mehmet Batum ên girtî tên darizandin û parêzre beşdarî dozê bûn. Piştî tespîta nasnameyan Çetîn û Batum bi kurdî parastina xwe kirin. Hevserokan diyar kirin ku ew beşdarî daxuyaniya xwerêveberiyê bûne lê sûcdarkirinên di dosyayê de qebûl nakin, modela xwerêveberiyê di rêziknameya partiya wan DBP'ê de cih digire. Piştre parêzer Murat Tîmur axivî û anî ziman ku xwerêveberî di rêziknameya DBP'ê de heye lê ji ber ku patiya navborî DBP ye ev bandorê li darazê dike, îdianemayên ku der barê xwerêveberiyan de hatine amadekirin hemû wekî kopiya hev in. Tîmur anî ziman ku ji ber ku der barê muwekîlên wî de delîlên şenber tuneye xwest muwekîlên wê bên bereatkirin. Parêzer Umît Dede jî anî ziman ku daxuyaniyên uk hatine dayîn di çarçoveya azadiya îfadekirin û rêxistikirinê de hatine kirin û wiha got: "Daxuyaniyên xwerêveberiyê qasî nîqaşên ku serokomar dide meşandin mafekî rewa ye." Piştî parastinan, dozger xwest rewşa girtîbûnê ya siyasetmedaran bidome. Heyeta dadgehê jî der barê Çetîn û Batum de biryara qedexeya derketina derveyî welat da û bi şerta kontrola edlî serbest berda. Doz taloqî 15'ê kanûnê hat kirin. (sa)