Danişîna Yuksek hat taloqkirin 2016-10-20 16:17:46 ÊLIH (DÎHA) - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek a ji ber axaftinekî wî li Êlihê bi îdaya "Heqaret li Serokomar kiriye" hatibû vekirin daloqî meha çileya 2017'an hat kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek ji ber axaftinek sala par li Êlihê kiribû di derbarê wî de bi îdaya "Heqaret li Serokomar kiriye" doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza ya yekemîn li Dadgeha Cezayê 3'emîn a Asliyê ya Êlihê hat dîtin. Yuksek ji ber axaftina xwe jê re 4 sal ceza tê xwestin tevlî dozê nebû. Her wiha parêzer jî tevlî dozê nebûn. Ji ber ku dadger bi awayekî demborî li danişînê dinêre danişîn taloqî 24'ê çileya 2017'an hat kirin. (bg)