Bejahiya Tetwanê tê bombebarankirin 2016-10-20 13:24:45 BEDLÎS (DÎHA) - Bejahiya gundên Armelan û Kurtikan ên Tetwanê bi obus û çekên giran tê bombebarankirin. Bejahiya gundên Armelan û Kurtikan ên navçeya Tetwana Bedlîsê ji saetên şevê ve tê bombebarankirin. Herêm ji aliyê Tugaya Fermandariya 10'emîn a Tetwanê ve bi obus û çekên giran tê bombebarankirin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ji ber êrîşê li herêmê şewat derketiye. (mb)