Çete êrîş dikin, balafirên Tirk wan diparêzin 2016-10-20 12:58:50 EFRÎN (DÎHA) - Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gundên herêmên Şehbayê didomin. Balafirên şer û yên keşfê yên Tirkiyê jî li ser wan herêman digerin û rewşê dişopînin. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gundên Um Hoş, Um Qura û El-Hesiyê yên herêmên Şehbayê, ji duh ve didomin. Balafirên şer û yên keşfê yên Tirkiyê jî wan gundan li ser wan gundan digerin û keşfa xwe dikin. Hêzên şoreşger bersiva êrîşên çeteyan didomi û li wan herêman, pevçûn didomin. Balafira keşfê ya tirk şevê din û heta saetên serê sibehê, li asîmanê gundên navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê, digeriya. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser gundên herêmên Şehbayê didome. Piştî ku hêzên şoreşger 5 gundên hêrêmên Şehbayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, artêşa Tirk dest bi topbarana gundên herêmên Şehbayê kir. Şevê din jî gundên Kantona Efrînê Dêr Belût, Hemam, Mele Xelîl, Meydan Ikbis û navenda navçeya Cindirêsê, topbarana kir. (mae)