Girtekên polîsan derewên Walîtiya Mûşê deşîfre kir 2016-10-20 12:34:50 MÛŞ (DÎHA) - Walîtiya Mûşê diyar kiribû ku di serdegirtina avahiyên HDP û DBP'ê de pirtûkên Fetullah Gulen hatine dîtin. Di girtekên midîriyeta polîsan de jî derket holê ku tiştekî wisa tune û daxuyaniya walîtiyê derew e. Li Mûşê polîsan di 17'ê Cotmehê de bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girtibû. Di serdegirtina avahiyên HDP û DBP'ê de 5 kesên di navde Nûçegîhanê ajansame DÎHA Îdrîs Sayilgan jî heye hatibû binçavkirin. Piştî serdegirtina avahiyan Walîtiyê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di avahiya DBP'ê de pirtûkên Fetullah Gulen hatine bi destxistin. Çapemaniya hawiz û AKP'ê jî ev yek wekî manşet belav kiribû. Di girtekên midûriyeta polîsan de derket holê ku tiştekî wisa tune ye Piştî girtekên midûriyeta polîsan a ji 8 rûpelan pêk dihat derket holê ku dijberî daxuyaniya walîtiyê tişteki wisa tune ye. Di girtekê de tu peyvên der barê Cemaeta Gulen de nehat dîtin. Tenê defterên fermî yên DBP'ê Kovarê Demokratik Modernite û rojnameya Demokratîk Ulus hatin desteserkirin." (mae)