Der barê Nuceyfî de biryara binçavkirinê 2016-10-20 12:19:40 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Ji ber peywendiyên bi hêzên tirk re biryara binçavkirina Fermandarê Heşd Nîştimanî û Waliyê berê yê Mûsilê Nuceyfî derket. Der barê Fermandarê Heşd Nîştimanî û Waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî de ji ber têkîliyî xwe yên bi hêzên Tirkiyeyê re dadgeha Iraqê biryara binçavkirinê hat dayîn. Têkîldarî biryarê Parlamenterê Iraqê Ebdulrehman Loyîzî agahiya “Dadgeha Iraqê li gorî yasayên tewanan ku asayîşa netewî elaqedar dike, biryar girt ku Esîl Nuceyfî binçav bike" da Rojnewsê. Der barê sûcên Fermandarê Heşd Nîştimanî û Waliyê berê yê Mûsilê de Loyîzî got: “Sedema wê ewe ku Nuceyfî bi hêzên artêşa Tirk re di nava peywendiyê de ye. Di demekê ku parlamento û hikûmeta Iraqê, hêzên Tirkiyê wek hêzên dagirker nas kir.” (sa)