Li Qesrê ji bo 'îmhayê' 'odeyên qanîkirinê' tên avakirin 2016-10-20 12:13:35 ENEQERE (DÎHA) - Serokomar Tayyîp Erdogan, bi "konsepta îmhayê" ya li hemberî HDP'ê hatiye destpêkirin hin navên kurd vedixwîne Qesrê. Ev nav jibilî HDP'ê "rêxistinên kurd ên girêdayî Qesrê" dê bên qanîkirin. Serokomar Tayyîp Erdogan, jibilî HDP û tevgera siyasî ya kurd li hin navan ji Kurdistanê vedixwîne Beştepeyê. Çavkaniyên Serokomariyê, diyar kirin ku civîna îro dê rojên pêş de jî bidome û dê bibe xeleka xebatên "Ji herêmên Rojhilat û Başûrêrojhilat nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyan re hatine cem hev." Hate hînbûn ku Erdogan dê di civîna îro de nêzî 50 kesan ve bê cem hev. Her çiqas tê gotin dê ev kes bên guhdarkirin jî Erdogan li şûna guhdarkirina van kesan dê der barê pêvajoya nû de hewl bide van navan qanî bike. Erdogan di axaftina xwe ya duh de tevgera siyasî ya kurd qest kiribû û gotina "kî piştgiriyê bide terorê em ê wan îmha bikin" bi kar anîbû. Ji bo kurdan gotina "an birevin û biçin an jî encama derket qebûl bikin" bi kar anîbû, piştî vê îro jî bi van navên ku dikare bi xwe ve girê bide ve hatina cem hev balê dikişîne. (sa)