Êşa hevpar a jinên ji Sûriyeyê koç bûn şer e 2016-10-20 10:49:16 BERİVAN ALTAN MERSÎN (DÎHA) - 3 jinên ji ber şerê li Sûriyeyê koç kirin û hatin li Mêrsînê bi cih bûn, jiyana wan di bin zilm û zordariyê de derbas bûye. Jiyana 3 jinên ji Suriye koçber bûne ya hevpar êş û zilma şer e. Jinên ku şer reviyan dixwazin demek berî demekê şer bi dawî bibe û dîsa vegerin warên xwe. Li Sûriyê piştî şer dest pê kir, bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn û hatin li bajarên Tirkiye bi cih bûn. Şerê Sûriyeyê herî zêde bandora neyînî li ser jiyana zarok û jinan kir. Ji koçberên Sûriyeyê çîroka 3 jinên ku hatin li Mêrsînê bi cih bûn balkêş e. Penaberên şerê Sûriye Fatema Jiredudieh, dema şerê li Sûriyê dest pê kir hêj 17 salî bû. Fatema, anî ziman ku piştî şer dest pê kir koçî Tirkiyeyê bûn û ji ber bi zimanê Tirkî nizanîbûn pir zor û zahmetî jiyane û wiha got: "Piştî ez salekê çûm kursê ez fêrî tirkî bûm. Dema şer dest pê kir min pola dawî ya lîse dixwend. Min di bin dengê teqîna bombeyan de amadekariya zanîngehê dikir. Ji ber şerê dijwar 3 salan nekarîbûm biçim zanîngehê. 3 salan li taxa me dengê top û guleyan kêm nebû. Bi şev û roj şer hebû. Xwişka min di vî şerê li herêmê de birîndar bû. Ji ber doktor tune bû bêtar xwişka min derman dikir." 2.5 salin li Tirkiye ye Fatema, da zanîn ku nêzî 2 sal û nîv e li Tirkiye ye û wiha axivî: "Dema ez nû hatim Tirkiye min tirkî nizanîbû. Min îngîlîzî zanîbû. Lê li vir kesî bi îngîlîzî nizanîbû. Dema me xwest bi îngîlzî bi axivin jî ji mere gotin na tenê bi tirkî biaxivin. Min Zanîngeha Firatê qezenç kir, lê ji ber min bi tirkî zinabû sal û nîvekê ez çûm kursa tirkî. Ji ber ku em ji wir hatin mirovên vir ji mere dibêjin 'Yên wir şer dikin hûn hatin vir. Hûn ji şer reviyan" û me tawanbar dikin." Fatema da zanin ku ew naxwaze li vir bijî û dixwaze piştî şer bi dawî bibe dîsa vegere war û welatê xwe.. 'Jin di rêde rastî tecawizê tên' Jina ji Tirkmenan Ruba Şedad jî ani ziman ku dema wê li Sûriye zaningeh dixwend şer dest pê kir û piştî şer dest pê kir hat Tirkiye. Şedad, anî ziman ku piştî şer dest pê kir her roj bi tirsa şer dijiyan û wiha got: "Dema şer dest pê kir em bi ters radizan. Dema em radizan me digot gelo dê destê me ango piyê me hatibe jêkirin. Em bi wê tirsî hatin Tirkiye. Ji ber vê yekê min dest ji zanîngehê berda û ez hatim. Dema ez hatim Tirkiye jî min pir zor û zahmetî jiyan. Jin di rêde rastî tacîz û tecawizê dihatin. Vê yekê li ser me tirsek mezin ava kir." Dosina Ramedan jî ji Şamê hat Tirkiye Jina bi navê Dosîno Ramedan jî anî ziman ku piştî şer dest pê kir hat Tirkiye û piştî hat Tirkiye gelek zor û zahmetî jiyan û wiha got: "Ez li Navenda Komên Civakî yên Sûriye xebitîm. Min li vir dosyayên jinên penaber amade dikir. Dema ez li vir dixebitîm 230 hezar mirovên ji Sûriye li Mêrsînê dijiyan. Malbatên ji sûriyê hatin vir zarokên xwe ji tirsa revandinê neşandin dibistanan. Jinên hatin vir jîrastî tacîz û tecawizêhatin. Zarokan direvînin. Jinên ku ji ber şer direvin, li vir rastî tacîz û tecawizê tên. Min li gelek jinan guhdar kir ku dema ji Sûriye hatin vir rastî pêkanînên xerab, tacîz û tecawizê hatin. Li Tirkiye zorê li zarokan dikin ku bi wan re bizewicin. Taciz û tecawiz dikin.. Li Tirkiye ev pir pêş ketiye. Ez dixwazin şer bi dawî bibe û vegerin warê xwe." (mae)