'Hişmendiya şewitandina Licê û Cizîrê heman in' 2016-10-20 10:10:35 OZGUR PAKSOY/AZÎZ ORUÇ AMED (DÎHA) - Di ser komkujiya Licê re 23 sal derbas bûn. Lê hêj şahidên vê demê di bin bandora komkujiyê de ne. Şahidên komkujiyê dan zanîn ku hişmendiya dewletê ya li hemberî gelê kurd hêj neguheriye û yên ku Licê şewitandîn îro li Cizîrê mirov bi zindî şewitandin. Li navçeya Licê ya Amedê 22'yê Cotmeha 1993'yan êrîşên hêzên dewletê ya piştî qetilkirina Fermandarê Heremê ya Cendermeyî ya Amedê Bahtiyar Aydin destpê kir û 4 rojan dom kir bi şewitandina navçê komkujiyê bi dawî bû. Di ser komkujiya Lîcê re her çiqas 23 sal derbas bûn jî, êşa komkujiyê wekî roja ewil cihê xwe digire û birîna wê nehatiye kewandin. Di encama komkujiyê de 14 welatî hatibûn qetilkirin, 242 dikan û 401 avahî ziyan dîtibûn. Dii encama komkujiyê de tewahiya Lîcê hat wêrankirin û bi hezaran welatî ji cih û warên xwe bûn û koçberî bajarên wek Amed û Êlihê bûn. 'Leşker avahî tev şewitandin' 23 sal derbas bûn lê wan rojên reş û tarî ji bîra şahidên komkujiyê naçe. Ji şahidên komkujiy Kemal Aksu yê 62 salî di sala 93'an de di PTT'ê de wek karmend dixebitî. Roja destpêka êrîşên hêzên dewletê wekî her rojê Aksu diçû karê xwe û ji taxên navçeyê dengê çekan bilind bû. Aksu anî ziman ku bi dengê çekan re leşker ketin kolanên navçeyê û dest bi êrîşan kirin û wiha vegot: "Li ser vê yeke welatiyên derdorê hemû ketin avahiya PTT. Leşker hatin jin û zarok jî nav de nêzî 200 kesan xistin du mezelan. Leşker bi gotinên 'Yê ku berê xwe bide derdora xwe em ê bikujin' gef li me xwarin. Heya saetên êvarê leşker bi çekên xwe li ser serê me bûn. Dengê çekan tu car ranewestiya, lê me nizanibû li derve rewş çi ye û çawa ye. Lê leşker ji şewitandina taxa Kelvan wêrankirina Licê pêk anîn." '23 sal derbas bû lê ji bîr naçe' Aksu bal kişand ser hemû wêrnakirina navçeyê û wiha pê de çû: "Piştî rojekê me ji avahiya PTT'ê derxistin û birin dibistana şevînê ya dewletê. Cenazeyên welatiyên di encama êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin jî avêtin ber avahiya nexweşxaneyê. Piştî saetan me berdan û em ber bi malê ve çûn. Dema ber bi malê ve diçûm min wahşeta dewletê bi çavên xwe dît. Avahî yek bi yek dihatin şewitandin. Kevir li ser kevir nedihiştin. Di şer de jî ew nedihat kirin. Dikana mirovê min dihat şewitandin nedihiştin ez mudaxale bikim û leşker li me xistin. Wan rojan me gelek zextên dijwar dît û jiyan kir. 23 sal derbas bû lê hêj ew birîn ji bîr naçe. Em bimrin jî zarokên me û kevirên gora me wan rojan jî bîr nake." 'Lîcê li hemberî dijmin serî netewandiye' Aksu destnîşan kir ku kiryarên beriya 23 salan Licê wêrankirin îro jî li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnex heman wahşet û wêrnakirinê pêk tînin û got ku hişmendiya beriya 23 salan li Licê komkujî pêk anî îro jî li Cizîrê bi zindî mirovan dişewitînin. Aksu da zanîn ku ew êşa komkujiya Licê îro carek din bi êrîşên hêzên dewletê yên tund re dijîn û wiha berdewam kir: "Sed heyf û mixabin ji ciwanên îro tên qetilkirin re. Divê kurd bi hevre li berxwe bidin. Em bi hevre destê xwe bixin bin kevir. Licê bi dîroka xwe ya berxwedanê tê zanîn. Ji ber vê yeke Licê ji aliyê dewletê ve 3 car hat şewitandin. Lê Licê tu caran li hemberî dijmin serî netewandiye." 'Bi rojan îşkence li me kirin' Ji şahidên komkujiyê Hîkmet Bayhan yê ku dema komkujiyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû binçavkirin wan rojan wiha vegot: "Em bûn şahidê wahşetê lê bila tu kes din nebîne. Em jî êdî wekî mirovan bijîn. Ez wê demê esnaf bûm. Dema min dikana xwe girt û ketim sûkê bi roja qiyametê re rû bi rû mam. Wan rojan îşkenceyên giran li me kirin. Bi ser mala min de girtin û ez binçav kirim. Rojan di bin çavan de rastê îşkenceyên giran hatim. Êşa me wekî wan rojane. Em nikarin wan rojan bibêjin û ka vê axê çi êş jiyan kiriye." 'Dewlet hêj ji me re dibêje terorist' Bayhan anî ziman ku wekî beriya 23 salan dîsa derdora wan bi leşkeran û tîmên taybet hatiye dorpêçkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dest ji paqij kirina hişmendiya dewletê ya salên 90'î berdin. Ew hişmendî hêj qirêjî ye. Em hêj di konan de ne lê serê me bilind e. Daxwaza me azadiye, em tiştek din naxwazin. Dewlet bi gotina 'Hûn terorîstin' êrîşê me kir. Hêj heman gotin ji me re tê gotin. Ev roj ji wan rojan xirabtir e. Lê me duh jî vê wahşetê qebûl nekir, îro ji em qebûl nakin. Dîroka me bi komkujiyan tije buy, lê ev roj dê xelas bibe û em ê bigihijîn azadiya xwe." (ozp/bg)