Koroya Jinan a Rozayê di 3 saliya xwe de ye 2016-10-20 09:21:20 ENQERE (DÎHA) – Koroya Jinan a Rozayê di 3’yemîn saliya xwe de amadekariyên xwe dike, da xwe bigîne jinan. Koroya Jinan a Rozayê ya ku nêzî 3 sal berê bi şîara “Tena serê xwe nemirimir e, wer em bi hev re bistirên” tevgeriya, dê di sala xwe yî 3’yemîn de xwe bigihîne jinan. Koroya Jinên Roza ya 3 sal berê bi hişyariya "Bi tena serê xwe neke mire mir, em bi hevre bêjin" ket rê, di sala 3'emîn de niha ji bo ekîbê hêzdartir bikin dest bi xebatn kirine. Koroya ku di gelek çalakiyan de dertên ser dikê û bi zimanên cuda ceribandinên pirdengiyî dikin, her wiha newayên gelêrî û sirûdên şoreşên cîhanê jî distirên. Di Koroya Jinan a Rozayê de ji her temen û pîşeyî jin hene û bi mamsteyên jin re xebatên xwe didomînin. Xebatên koroyê ji aliyê, Komeleya Çand û Lêkolînê ya Anadolûyê (AKA-DER) tên emşandin. Koro, navê xwe ji şoregera jin Rosa Luksembûrgê digire. Yek ji birêvebirina xebatên koroyê Sevda Eyîol wiha bang li jinan kir: “Dema newayên me li nav tekoşîna me bilind û zexm dibin, bila dengê te jî ji vê bêpar nemîne.” Eyîol diyar kir ku, wan bi baweriya ew ê cîhaneke azad, wekhev û xwişk û biratî ava bikin û li dijî şidet, tecawiz û dagirkeriya kedê dê têkoşîne jinê bi pêş ve bibin, 3 sal berê hatine gel hev. Eyîol wiha domand: “Me beramberiya ‘Ez ê bi tena serê xwe çi bikim’ me got em ê bi hev re stranan bistirên. Me got, em ê bi stranên xwe hêviyê zeximtir, bikin hêrsa xwe bizanibin, bi newayên xwe em ê dilê xwe miz bidin, derkevin qadan li dijî jiyana ku li me hatiye ferzkirin, bi hev re têbikoşin.” Eyîol diyar kir ku, ew bi jinan re ked, hêvî û kêfxweşiyê vediguhezînin stranên xwe û hemû jinan vexwand komê, da bibin hevparê newayên wan û bi hev re bistirên da têkoşînê zeximtir bikin û wiha got. “Dema em bi hev re bin hêzdar in, dema em bi hev re bin dengê me xurtir e!” Dê qeyd heta 30’ê cotmehê bidomin. (red)