Banga li hikûmetê: Dev ji nêçira pirhevokiyî berde 2016-10-20 09:19:45 WAN (DÎHA) – Serokê Şaxa SES’ê ya Wanê Cengîz Paycû diyar kir ku, bi KHK’yê ku di çarçoveya OHAL’ê de hatin derxistin li Wanê zêdeyî 40 kedkarên tenduristiyê ji peywirê hatien dûrxistin û wiha got: “Divê dev ji nêçira pîrhevokiyê bê berdan.” Li Wanê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) yên hatin derxistin re zêdeyî 40 kedkarên tenduristiyê ji peywirê hatin dûrxistin û 3 jî hatin girtin. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê Cengîz Paycû diyar ku, AKP hewldana derbeyê veguherandiye firsendekê û got, bi OHAL’ê re sepdaninên binçavkirin, girtin û ji peywirê dûrxistin herî zêde gel mexdûr kiriye. ‘Gel jî tê mexdûrkirin’ Paycû dest nîşan kir ku, hikûmeta AKP’ê hewldana derbeyê veguherandiye firsendekê û hemû derdorên wek wê nafikirin tasfiye dike û got, ew ê vê tasfiyeyê qebûl nekin. Paycû anî ziman ku, bi van girtin û binçavkirinan mafê darizandina adîl jî tê binpêkirin û wiha got: “Kedkarên tenduristiyê jî, ji mafê darizandina adîl hatin mehrûmkirin. Divê mafê parastineke adîl ji bo mirovan bê dayîn û wiha bên darizandin. Bi dûrxistina ji peywirê, xizmeta tenduristiyê ya gel hat astengkirin û barê kedkarên tenduristiyê yên xebatên xwe dimeşînin girantir kir.” ‘Bila kedkarên tenduristiyê vegerin ser karê xwe’ Paycû bang li hikûmeta AKP’ê kir da dev ji van polîtîkayên xwe yî tasfiyekar berde û wiha domand: “Tenê li Wanê zêdeyî 40 kedkarên tenduristiyê ji peywirê hatin dûrxistin. Gelek ji wan jî di encama polîtîkaya hikûmetê ya ‘heke hebin îxbra bikin’ hatin girtin. Divê kedkarên tenduristiyê bi van îdiayên bêbinî û derewîn neyên darizandin. Divê AKP demildest dev ji van polîtîkayên xwe berde, divê kedkarên cemaweriyê vegerin ser karê xwe.” (red)