Herêma ku hestiyên mirovan lê hat dîtin, kirin otopark 2016-10-20 09:19:09 WAN (DÎHA) – Li Wanê, li Kuçeya Çaliyê ya li Bûlvara 2’yê Nîsanê ku di xebatên kolînê de li vê kuçeyê rastî hestiyên mirovan hatibû, niha heman erdî veguherandine otoparkê. Li navneda Wanê, li Kuçeya Çaliyê ya li Bûlvara 2’yê Nîsanê di tebaxê de ji bo çêkirina otoparkê xebatên kolandinê hatibûn kirin û di van xebatan de hestiyên aîdî mirovan derketin holê û Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet gotibû, dibe ku ev hestî aîdî ermenan bin. Piştî hestî hatin dîtin, Amîriya Buroya Cînayetê hestî desteser kiribûn û heta niha derbarê wan de tu daxuyanî nehatine dayîn û her wiha niha heman erdî veguherandine otoparkê. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê diyar kir ku, bêyî ruhsata destûrê bê dayîn otopark hatiye çêkirin û welatiyên li herêmê jî dibêjin, ev erd erdê ermenan bûye. Rûhsata otoparkê tune ye Piştî hestî hatin dîtin û herêm nehat parastin, welatiyan bertek nîşan de û gotin, qada ku otopark lê hatiye çêkirin û hawirdora wê berê goristaneke kevn a ermenan bûye, lê belê heta niha tu sazî û rayedar li herêmê lêkolîn nekirine. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet jî diyar kir ku, hestiyên ku di dema kolandinê de hatin dîtin, Amîriya Buroya Cînayetê ya Wanê ji bo lêkolîn û rçavakirine ew birine, lê belê heta niha ne ji bo wan û ne jî ji bo raya giştî tu daxuyanî agahî nehatine dayîn. ‘Divê hurmeta mirov ji bo hestiyan mirovan hebe’ Melet da zanîn ku, şahidên bûyerê diyar kirine ku di hemû kolînên wî erdî de hestiyên mirovan derketine û wiha got: “Li gor me jî, ew der gorustaneke mirova ye. Ji ber vê li wir avakirina avahiyekê ne rast e. Li gor orf û edetên me, dibê mirov hurmetê nîşanî cihên wisa bide. Tenê ne ji bo sax, ji bo yên jiyana xwe ji dest dane jî û divê li hemberî hestiyên mirovan hurmetek hebe.” Melet da zanîn ku, ew ê geşedanên têkildarî vê mijarê bişopînin. (red)