'Li Şirnexê plana korsanwarî di dewrê de ye' 2016-10-20 09:18:20 ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan li dijî plana binesazî ya ku ji aliyê Muduryeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Şirnexê bertek nîşan da û got: ''Plan bi awayekî korsanwarî hatiye amadekirin û pêwîst e welatî heta 28'ê cotmehê serlêdana xwe ya redkirinê bikin." Li Şirnexê ji aliyekî ve qedexe ku di 14'ê adarê de hatibû îlankirin berdewam dike, li aliyê din jî planên dewletê yên xirakirin û talankirina bajêr di dewrê dene. Muduriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Şirnexê di 14'ê cotmehê de li ser malpera Walîtiya Şirnexê ya fermî plana binesazî ya Şirnexê weşand. Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan plana ku hatiye amadekirin weke korsanwarî bi nav kir û wiha axivî: "Li cihê ku plana binesaziyê li cihekî ku her kes bibîne bê daliqandin, tenê di malpera înternetê ya walîtiyê de tê weşandin. Ji ber vê tê xwestin ku ev plan bi awayekî korsanwarî bikeve dewrê.'' 'Pêwîst e hetanî 28'ê cotmehê ji bo redkirina vê planê serlêdan bên kirin’ Kadirhan da zanîn ku, karmendên Muduriyeta Bajarvanî û Hawirdorê jî derbarê vê planê de ne xwedî agahî ne û axaftina xwe wiha berdewam kir: ''Plana ku di 14'ê cotmehê de ji aliyê Muduryeta Bajarvanî û Hawirrdorê ya Şirnexê ve hatiye weşandin pêwîste li cihek ku gel bikare bibîne hatiba daliqandin. Lê em çûn me lê nêrî tiştek bi vî awayî nîne. Di hevdîtina ku me bi karmendan re kir de em pê hesiyan ku haya wan jî jê tune ye. Xuya ye ku dewlet dixwaze bêyî haya kesê jî çêbibe, vê plana xwe têxe dewrê.'' Kadirhan anî ziman ku, ji bo welatiyên Şirnexê mafê xwe yê nepejirandinê bi kar bînin tenê 15 roj dem heye û wiha domand: ''Pêwîst e di nava 15 rojan de welatî daxwaznameyên xwe yên nepejirandinê ragihînin Muduryeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Şirnexê. Dema ev yek neyê kirin, wê plana ji bo xaka welatiyan were erêkirin. Em ê jî daxwaznameya xwe ya ji bo nepejirandinê ragihînin. Lê pêwîst e welatî jî heta 28'ê cotmehê serlêdanên xwe biqedînin.'' 'Taxên ku pevçûn lê rû nedane jî daxilî vê planê ne' Kadirhan diyar kir ku, plana binesaziyê qaşo ji ber ewlehiyê hatiye sazûmankirin û wiha axaftina xwe domand: '' Li cihê avahiyên hilweşandine qereqolan çêdikin. Ev jî planên wan yên der barê ewlehiyê de radixe ber çavan. Beşek ji taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Cumhuriyet û Aydinlilevler jî dikevin hundirê vê plana binesaziyê. Li gel li taxa Aydinlikevlerê pevçûn rû nedane jî, ev tax daxilî vê planê hatiye kirin. Qesra Evdilrehman Axa jî, ji ber ku hatiye rûxandin di vê planê de cih nagire. '' 'Dewlet Şirnexiyan li Şirnexê naxwaze' Kadirhan herî dawî got ku dewlet dixwaze bi vê planê jiyana gelê Şirnex a bi hev re têk bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir : "Di plana wan de konên ku werin çêkirin pir ji hev dûr in. Ev jî wê bibe sedema têkçûna têkiliyên Şirnex yên civakî û ji xwe tekane armanca wan jî ev e. Dibe ku plana dewletê ya binesaziyê du salan berdewam bike. Kes nafikire gelo wê ev gel di nava vê demê de çawa û di kîjan şert û mercan de jiyana xwe bidomînin. Ji xwe amadekarî û riyek alternatîf ya dewletê jî di vî warî de nîne. Li gel vê jî destur nayê dayîn ku gel an jî em riyeke alternatîf biafirînin. Destûr nedan ku em 400 konan jî ava bikin. Di rastiyê de dewlet Şirnexiyan li Şirnexê naxwaze.'' (kom/no/red)