Welatî ji şaredariya AKP’î nerazî ne 2016-10-20 09:17:38 RIHA (DÎHA) -Şaredariya Haliliyeyê ya AKP'yî Taxa Devteşt bê rê, bê park, bê av û her wiha di nav çopê de hiştiye. Niştecihên taxê li dijî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku, wan bi dehan carî li şaredariyê geriyaye, lê heta niha şaredarî tu tişt jî nekiriye. Şaredariya Haliliyeyê ya giredayi Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ye, Taxa Devteştê bê av, bê rê, bê park û di nav çopê de hiştiye. Niştecihên taxê li dijî van pêkanîn şaredariya AKP’î nerazîne. ‘Zivistanê ji heriyê em nikarin bimeşin’ Welatiyê bi navê Adem Aslan diyar kir ku, li cihê ku hatiye diyarkirin dê bibe park, tu xebat nehatine kirin û her wiha ew der bûye çopgeh û ji gemarê mirov nikare bimeşe. Aslan wiha nerzaîbûnên xwe nîşan da: “Park nehatiye çê kirin. Em li şaredariye geriyan rayedaran bersiv neda. Havînê ji bo em biçin parkê rûnin, em diçin jêr. Şaredarî tiştek jî nekiriye, tu xebat nehatine kirin.” Aslan diyar kir ku tax ji çop û gemarê xalî nabe û wiha got. “Ji toz û gemarê meriv niaza dê çi bike. Zivistanê zarok, ji ber heriyê nikarin biçin dibistanê. Bi meha ye tenê axa spî reşandine. Ma qey şaredarî nikare rêyan asfalt bike?” ‘Şaredarî pera dixwe, tu xebatî nake’ Welatiya bi navê Hatîce Kûrt jî wiha axivî: "Şaredari ji bo xebatan tiştek nake. Ger ez şaredar bûma min ê rê ji çê bkirana, park û baxçe çêkirana. Bila şaredarî riyan çêbike, da gel rihet bibe. Şaredarî ji bo çopê ne konteynir danîne, ne jî çopa paqij dikin. Şaredari pera dixwe, lê tu xebatê nake.” Di nav çop û gemarê de mane Ji niştecihên taxê Abdûlbekî Kader jî wiha got: "Zivistanê ji ber heriyê mirov nikare li kolanan gav biavêje. Hemû çop li nav kuçe û kolanan e. Pirsgirêka avê ji xwe derdekî din. Bi dehan carî em li şaredariyê geriyan, lê bersivê nadin. Em di nav çopê de mane. Li vir mirov dijîn ne heywan. Divê şaredarî tiştekî bike.” (mhy/red)