Egîtîm-Senî tên binçavkirin, FETO’yî li dibistanê hespê xwe meydan dikin! 2016-10-20 09:16:10 ÎZMÎR (DÎHA) – Li Îzmîrê, Gerînendeyê Lîseya Pîşeyî ya Konak Çinarliyê destûra têketina dibsitanê ya Serokê Şaxa Egîtîm-Sena Îzmîrê Bahrî Akan nedabû û li ser vê wî îxbarî polîsan kiribû. Derket holê ku gerînendeyê vê dibistanê, mamosteyên bi îdiaya endamê “FETO/PDY”yê hatibûn binçavkirin û ji peywirê hatibûn dûrxistin, li dibistanê pêşwazî dike û wan dihewîne. Serokê Şaxa Egîtîm-Sena Îzmîrê Bahrî Alkan ê ku dema xwestibû têkeve Lîseya Pîşeyî ya Konaka Çinarliyê hatibû binçavkirin. Piştî Alkan serbest hat berdan, detayeke balkêş derket holê. Hat diyarkirin ku gerînendeyê vê Lîseyê Kûbîlay Turk ê ku Alkan û endamên Egîtîm-Senê gilî kiribû, mamosteyên ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê bi îdiaya endamên “FETO/PDY”yê ne ji peywirê hatibûn dûrxistin, li odeya xwe ya dibsitanê diezimîne û pêşwazî dike. ‘FETO’yî li dibistanê hatin ezimandin’ Piştî derket holê ku, mamosteyên ji peywirê hatine dûrxistin li odeya xwe diezimîne, pirsên wek nexwe li dibsitanan hîn jî cemaet bi bandor e tîne bîra mirovî. Hat diyarkirin ku, Turk seralîgirê gerînende Ertûgrûl Bagûç ê ji ber ByLock bi kar aniye ji peywirê hatibû dûrxistin, li odeya xwe ezimandiye. Her wiha hat zanîn ku, li heman dibistanê gelek mamsoteyên ji ber endamtiya FETO’yî ji peywirê hatin dûrxistin, bi rihetî tên dibistanê. ‘Em ê gilî bikin’ Akan ê ku ji ber îxbara Turk nikare têkeve dibistana ku 23 sal e lê peywirdarî kir, anî ziman ku ew ê mafên kedkarên perwerdehiyê biparêzin û ew ê xebatên xwe yî sendîkal bidomînin. Akan ê ku der barê wî de bi tawanbariya “îhlalkirina destnedayîna kargehê” doz hat vekirin dest nîşan kir ku, bi vî awayî dixwazin faaliyetên wan î sendikal rawestînin. Akan anî ziman ku, ew ê gerînendeyê dibistanê gilî bike û wiha axivî: “Em ê jî hem qaymeqam, gerînendeyê perwerdehiya mîlî ya navçeyê û gerînendeyê dibistanê gilî bikin. Heke ji niha û pê ve em naxwazin rastî sepandinên bi vî awayî werin, wek hemû hêzên demokrasiyê li deverên ku ev sepandin xwe didin der, divê em rewşên fiîlî biafirînin û ez dibêm pêdiviya me bi vê jî heye.” (red)