Quîntîn Olîver: Aşitî ne bi serdestiya leşkerî, bi hevdîtinan pêk tê 2016-10-20 09:13:22 YASİN KOBULAN / MESUT KAYNAR STENBOL (DÎHA) – Qûîntîn Olîver ê ku di 10’ê nîsana 1998’an de bi Peymana Belsaftê di navbera Îrlanda û Qiraliyeta Yekbûyî û di hevdîtinên aşitiyê yên di navbera Kolombiya û FARC’ê de şêwirmendiya referandûmê kir dest nîşan kir ku, ceribandinên aşitiyê li gor welatan diguherin û wiha got: “Lê ev jî heye aşitî, ne bi serdestiya leşkerî ya hêlekê, bi hevdîtinan pêk tê.” Dîroktorê Stratagem Înternatîonal û Şêwirmendê Referandûma Peymana Aşitiyê ya Qiralieyta Yekbûyî û Kolombiyayê Qûîntîn Olîverê îrlandayî, Referandûma Kolombiyayê û girîngiya muzakereyê ji DÎHA’yê re nirxand. Olîver dest nîşan kir ku, hevdîtinên Havanyê yên di navbera hikûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdar î Şoreşger ên Kolombiyayê de girîng in û sedema di referandûmê de bi awayekî kêm be jî zêdebûyîna dengên “Na”yê nirxand û got, mirov ji ‘terorîstên berê’ , cihgirtina wan î di hikûmetê, ji ber sûcên wan î şerî, bazirganiya wan î tiryakê û bêcezabûyînê bi şik û guman in. 'Dibe ku referandûm demboriyî bin’ Olîver anî ziman ku, di peymanê bi vî awayekî de divê tim serî li referandûman neyê dayîn û wiha got: “Dibe ku carinan serî li referandûman bê dayîn, lê ne her tim. Çimkî dibe ku referandûm demborî bin û referandûm di heman demê de, ji populîzmê re jî vekirî ne. Carinan jî dibin sedema mohrkirin peymanên siyasî.” 'Îradeyek siyasî û hunereke cidî divê’ Olîver ê ku got "Hemû pêvajoyên çareseriyê îradeyeke siyasî û hunereke mezin divê’ wiha axivî: “Divê derd û xemên mirovan baş bên guhdarîkirin û li gor wê divê çaresiyan derxin ortê, di vê xalê de divê çareseriyên kozmetîk esas neyên girtin. Divê bi awayekî cidî nêzî pirsgirêkan bibe, divê hevdîtin bi awayekî şefaf bên emşandin. Dawiyê jî divê pêvajoyeke siyasî bê destpêkirin.” 'Divê mirov noqî koka meseleyê bibe’ Olîver anî ziman ku, beşdarbûyîna dengên cuda ya hevdîtinan girîng e û wiha axivî: “Divê mirov noqî koka meseleyê bibe. Lê vegotina ‘Kesên ku em dixwazin em ê bi wan re hevdîtinê pêk bînin’ bi kêrî tiştekî nayê.” Olîver wiha domand: "Hikûmet bi piranî dixwazin komên asî, dev ji çekan berdin. Komên asî jî heta ku neyên guhdarîkirin û dengê wan neyê mîsogerkirin, vê qebûl nakin. Ev her tim wek zoriyekê ye. Ev di pêvajoya Havanayê de jî xwe da der. Li Îrlandaya Bakur, li bajarê min jî, ji bo destpêkirina hevdîtinan şertê agirbestê xwe dabû der.” 'Ne bi serdestiya leşkerî, bi hevdîtinê re pêk tê’ Olîver dest nîşan kir ku, ceribdaninên aşitiyê li gor welatan diguherin û wiha nirxand: “Lê ev jî heye aşitî, ne bi serdestiya leşkerî ya hêlekê, bi hevdîtinan re pêk tê. Ji bo mirovan bi rastî jî amadekirina nêvenga nîqaşan girîng e. Ev bi qenalên nepen an jî fermî dikare pêk bê. Divê êdî bê fêmkirin, çareseriya siyasî tekane rê ye. Ev di hilbijartinên pêş de yan jî bi referandûman dikare ji bo gel bê berpêşkirin.” (red)