Konbajarê êzidiyan zivistanek din pêşwazî dike 2016-10-20 09:10:05 AMED (DÎHA) - Welatiyên êzidî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberî Amedê bûn vê zivistanê jî dê di nava zor û zehmetiyan de di konan de demsala zivistanê derbas bikin. Ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên di Tebaxa 2014'an de ji Şengal û bajarokên derdorê bi hezaran welatiyên êzîdî koçberî bajarên Bakurê Kurdistanê bûbûn. Bi hezaran welatiyên piştî êrîşan li bajarên Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya şaredariyên DBP'î li bajarên bakur bicih bûn. Bi hezaran welatiyên êzidî ev 3 sal in li Amedê li konbajarê Fîdanlika Yenîşehîrê bi cih bûne. Niha li kombajar hezar û 200 welatiyên êzidî dijîn û piraniya wan jî zarok in. Dê zivistana 3'yemîn derbas bikin Bi hezaran êzîdiyên ku di nava wan de zarok jî hene dê demsala 3'yemîn a zivistanê di konan de pêşwazî bikin. Li welatiyan her sê danê rojê nan tê belavkirin û her malbat li gorî dilê xwe ji zexîreyên ji aliyê şaredariyên DBP'î yên navçeyên Amedê ve li wan tên belavkirin xwarina xwe çêdikin. Bi sobeyan xwe germ dikin Welatî dê xwe bi sobeyan û hesîrên ceyranê germ bikin. Ji bo ku hundirê konan avê nekişîne textên ji erdê 15 santîm bilind li hundirê kon hatine rastkirin û li ser wê jî strafor û cil ji bo hundir germ bigire hatine rastkirin. Cardin di her konê de têra kesên tê de betanî jî hatine belavkirin. 'Divê careke din kontrola konan bê kirin' Dayika bi navê Xensê Yusiv (47) aşkera kir ku ew 5 kes di hundirê kon de dijîn û wiha axivî: "Kontrola konan hatiye kirin lê divê careke din jî were kirin. Niha em nizanin dê konên me dilop bikin an na. Ev sê zivistan e em van konan bi kar tînin. Li binê konan text hatine bicihkirin ji bo ku hundir şil nebe. Lê dîsa wisa xûya dike ku dê zivistan dijwar derbas bibe. Di zivistanê de em gelek zehmetiyan dikişînin. Lê ligel hemû dijwariya zivistanê dîsa jî em serbilind in." (ua/bg/mb)