'Malên xwe ji bo zarokên xwe bikin dibistan' 2016-10-20 09:07:31 ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a dibêje 'divê hemû Zarok û xwendekar di dibistanan de 10 kitayên Sirûda Îstiklalê ji ber bikin' da û wiha got: "Ên qala girîngiya ziman dikin divê di serî de dev ji yekperewstiyê berdin û pirengiya civakê ber çav re derbas bikin." Di bin navê hewldana darbeyê de rewşek awarte li Tirkiyeyê hat îlankirin. Piştî îlankirina OHAL'ê bi her awayî gelê kurd hedef hat girtin. Gelek sazî û dezgehên kurd ên wekî TV, Rojname û Radyo di encama OHAL'ê de hatin mohrkirin û girtin. Ji bilî girtina van TV, Radyo, Rojname û tayînkirina qeyûmên li dijî şaredariyên DBP'ê, tişta herî girîng dibistanên ku bi zimanê kurdî perwerdehiyê didin jî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin mohrkirin. Serokomar Erdogan di daxûyaniyekê de anî ziman ku divê di dibistanan de hemû zarok û xwendekar 10 kitayên Sirûda Îstiklalê ji ber bikin. Her wiha serokomar Erdogan di daxûyaniya xwe de balê dikişîne ser girîngiya ziman lê di heman demê de televîzyona zaroka ya ku bi zimanê kurdî weşanê dike Zarok TV jî digire. Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan derbarê daxuyaniyên Erdogan de axivî. Tan diyar kir ku yên niha li Tirkiyeyê qala girîngiya ziman dikin yekperestiyê diparêzin, televîzyona zarokên kurd digirin û ev yek bêhurmetî û hişmendiya wan a li hemberî gelê kurd nîşan dide . 'Divê gel xwe bi xwe rêve bibe' Tan da zanîn ku tu gotinên Erdogan ji hev nagirin û wiha got: "Ji ber ku tu gotinên Erdogan ji hev nagirin nirxandina van gotinan karekî zehmet e. Erdogan îro tiştekê bibêje sibe li dijî vê gotina xwe tiştekî din dibêje. Binêrin Erdogan gotibû ku 'Divê gelê Mûsilê, Mûsilê bi rêve bibin' ger mirov vê gotinê bifikir e divê ku gelê Amedê, Amedê bi rêve bibe, gelê Êlihê, Êlihê bi rêve bibe. Çi heqê te heye ku tu şaredarên kurd ji kar digirî. Ma qey gel destûr daye te û tu van şaredaran ji kar digirî." ' Îdeolojiya Erdogan Tirkperestiye' Tan bal kişand ser gotina Erdogan a dibêje 'divê zarok Sirûda Îstiklalê bi ber bikin' û wiha pêde çû: "Di Sirûda Îstiklalê de gelek alî hene. Yek dibe ku aliyê ziman be. Aliyê din jî zimanê Sirûda Îstiklalê ne zimanekî Tirkî ye, zimanê Osmanî ye. Aliyê din jî aliyê îdolojîk e. Ya ku Erdogan eleqeder dike jî aliyê îdeolojîk e. Ev îdeolojî jî, îdeolojiya Osmaniya nû û Tirkperestiyê ye. Em vê îdeolojiyê jî di Sirûda Îstiklalê de jî bi awayekî zelal dibînin." 'Stranên tên gotin hişmendiya Erdogan nîşan didin' Tan da xuyakirin ku îdeolojiya dewletê li ser Tirkîtî û Îslamiyetê dimeş e û wiha domand: "Dewlet siyaseta Tirkîtiyê û îslamiyetiyê li ser gel ferz dike. Dema ku mirov bala xwe dideyê di mîtîngên protestoya darbeyê de stranên wekî 'Ez ji bo te dimirim Tirkiye' tên gotin. Stranên ku 12'yê Îlonê di bin îşkenceyê de li mirovan didan guhdarkirin ev îdeolojî niha ji bo hikûmeta AKP'ê û Erdogan bûye alek û bi vê îdeolojiyê desthilatdariya xwe diparêz e. Em vê wekî parçeyek desthilatdariya Erdogan dinirxînin. Ev yek hişmendiya Erdogan nîşan dide." 'Erdogan dixwaze tenê dengek derbikeve' Tan destnîşan kir ku ragihandina çapemeniyê navgîneke îdeolojîk e û axaftina xwe wiha domand: "Dewletek an jî hêzek dema ku bixwaze di nava civakê de îdeolojiya xwe bide rûnişatandin navgîna herî girîng a vê yekê ragihandin e. Ji ber ku Erdogan pirengî û pirdengiyê qebûl nake naxwaze çi dengên cûda derbikevin. Em dizanin ku Erdogan tenê dixwaze dengê wî derbikeve ji ber vê yekê jî yekrengiyê diparêz e. Erdogan li ser vî esasî maf nade tu kesê ku dengê xwe bilind bikin û li gorî mafê xwe nirxandinek cûda bike." 'Girtina Zarok TV bêhurmetiya Erdogan nîşan dide' Tan bi lêv kir ku girtina Zarok TV bi serê xwe nirxandinek cûda dixwaze û wiha got: "Girtina Zarok TV bêhirmetiya Erdogan ya li hemberî kurdan, zimanê kurdî, zarokên kurd û pêşeroja kurdan nîşan dide. Ev yek jî bi awayekî zelal hişmendiya Erdogan nîşan dide. Êdî bi awayekî aşkera tê dîtin ku Erdogan naxwaze zarokên kurd li gorî ziman û çanda xwe azad mezin bibin." Tan da xuyakirin ku kurd bi her awayî gihîştine biryarekê, dixwazin li gorî ziman û çanda xwe bijîn û wiha axivî: "Malbatên zarokên kurd jî li ser vî esasî zarokên xwe şandin dibistanên kurdî. Dibe ku tu fermiyeta dibistanên kurdî tune bin, dema ku zarok wan dibistanan biqedînin dibe ku ji bo kariyera, kar û pîşeya wan astengî bên derxistin lê ligel vê yekê jî malbatan tercîhek kiriye û zarokên xwe şandine dibistanên kurdî. Di welatek demokratîk de dihat xwestin û hêvîkirin ku dewlet hurmetê nîşanî vê tercîhê bide û qanûnên xwe li gorî vê tercîhê biguherîne. Lê li Trikiyeyê tiştekî wisa tune ye û di bin desthilatdariya Erdogan de tiştek wiha nayê bi hêvîkirin jî. Tişta ku dikeve ser milê me û hemû kurdan ew e ku divê em dev ji vê doza xwe bernedin û vê berfireh bikin. Çawa me digot divê her malek bibe dibistanek divê em li gorî vê yekê tevbigerin xebat û plansaziyên xwe bikin û ji bo zarokên xwe malên xwe bikin dibistan." (fd/mb)