Gelek leşker sewqî herêma operasyonê kirin 2016-10-19 16:12:06 COLEMÊRG (DÎHA) - Li Şemzînanê bi helîkopteran gelek leşker sewqî herêma Garê ya operasyona leşkerî hatibû destpêkirin kirin. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê gelek leşker sewqî herêma Garê ya 2 roj berê niha operasyona leşkerî hatibû destpêkirin kirin. Sewqiyata leşkerî bi helîkopteran pêk hat û herêm ji qereqolên derdorê ve jî tê topbarankirin. Her wiha heron jî li herêmê keşfê dikin. (gka)