Li Colemêrgê 2 kes hatin binçavkirin 2016-10-19 15:40:43 COLEMÊRG (DÎHA) - Di serdegirtinên malan ên li Colemêrgê de 2 kes hatin binçavkirin. Polîsan li Colemêrgê duh di saetên şevê de bi ser malan de girtin û di serdegirtinan de Serokê berê yê MEYADER'ê Badîrhan Koç û Endamê KESK'ê Îlhan Akbaş hatin binçavkirin. Koç û Akbaş ên hinceta binçav kirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Bajar. (mb)