Li Şemzînanê 7 kes hatin berdan 2016-10-19 15:05:10 COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Şemzînanê 7 welatiyên di serdegirtina malan de bi lêdanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Li navçeya Şemzînana Colemêrgê, 7 welatiyên li gundên Garê bi lêdanê 2 roj beriya niha hatibûn binçavkirin piştî karên midûriyeta polîsan anîn adliyeyê. Welatiyên bi navê Omer Yuce, Reşît Suren, Bekîr Yuce, Selîm Demîr, Siddik Yucel, Saît Tekîn û Memet Emîn Demîr ên bi hinceta "alîkarî dane rêxistinê" hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan li dozgeriyê hat girtin serbest hatin berdan. (gka)