Ji bo hevdîtina jinan bang 2016-10-19 15:02:22 AGIRÎ (DÎHA) - Ji bo hevdîtina jinan a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a li Agiriyê belavok hatin belavkirin. Xebatên kampanyaya Kongreya Jînen Azad (KJA) a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" bi hevdîtinên jinan didome. Xebatên KJA'yê yên ji bo hevîtinan jinan a li Agiriyê ku dê di 22'yê Cotmehê de li Salona Dawetê ya Karîzmayê bê pêkanîn berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên hevdîtinê de jinên ku di nava wan de Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Agiriye Dîrayet Taşdemîr li bajar belavok belav kirin. Jinên ku li taxên Bulut, Cezaevî, Kazimkarabekîr û Fatîh mal bi mal geriyan 5 hezar belavok belav kirin. Jinên bajar dê sibe li taxên navendê belavokan belav bikin. (mb)