Tirkiye gundên hatine rizgarkirin topbaran dike 2016-10-19 14:27:02 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li herêma Şehbayê di navbera Hêzên şoreşger û çeteyên DAIŞ'ê de şer didome, li aliyê din artêşa tirk gundên ku hatine rizgarkirin topbaran dike. Li herêma Şehbayê şerê di navbera Hêzên Şoreşger û çeteyên DAIŞ'ê de didome. Li gorî nûçeya ANHA'yê şervanên Hêzên Şoreşger di saetên sibê de gundên El-Hesiya, Hsack, Simûqa, Qol Sirûc, Bendava Şehbayê, El-Werdiye, Mezreyên El-Xûl, Mezreyên Hesîniniyê û Navenda Sîriya Têl ên herêma Şehbayê ji komên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di encama şerde gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û birîndar bûne. Hate hînbûn ku şer li derdora gundê El-Werdiyê, El-Wehşiyê û Navneda Sîriya Têl rû didin, di heman demê de çeteyên DAIŞ`ê gundê Um Qura û Um Hoş bi hawanan topbaran dikin. Di demeke ku şervanên Hêzên Şoreşger ên bi navê Ceyş El-Siwar, Hêzên Eşîreyan, Eniya Jinên Şehbayê, Lîwa El-Şemal El-Dîmuqratî, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Cenhet Ekrad, Tugeya Hemze, Taborên Şoreşgerên Arfat, Tugeya Peywirên Taybet, Mixawêr El-Sefîre û Tugeya Yekemîn a Mixawîr a Humis li gundêwarên herêmên Şehbayê bi pêş ve diçin de artêşa tirk ji aliyê bakûrê Mari noqteyên şoreşgeran li gundê El-Hesiya û gundê Um Qura topbaran dike. Hat hînbûn ku ji ber topebaranê bi kesekî tiştek nehatiye lê zirarekî madî ya zêde ya welatiyê herêmê çêbûye. (sa)