Rojnameger Dogan di 9'ê Kanûnê de derdikeve pêşberî dadgehê 2016-10-19 12:30:51 MÊRDÎN (DÎHA) - Îdîanameya Edîtora JINHA Zehra Dogan ku ji ber nûçe li Nisêbînê şopandibû û dema ji Nisêbînê derket hat girtin hat amadekirin. Îdîanameya hat amadekirin ji aliyê heyeta dadgehê ve hat qebûlkirin. Dogan di 9'ê Kanûnê de derdikeve pêşberî dadgehê. Rojnameger û Edîtora Ajansa Nûçeyan a JIN (JINHA) Zehra Dogan ku dema li Nisêbînê nûçe dişopandin hat binçavkirin û girtin. Dogan, piştî qetexe li ser kolanên Nisêbînê rabû, ji Nisêbînê derket û hat Mêrdîn. Di 21'ê Tîrmehê de li cafeyekê bi îdîaya "îfadeya te heye" hat binçavkirin û piştre hat girtin 3 mehin li Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê girtî tê darizandin. Dozgerê Komarê îdîanameya der barê Dogan de amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger der barê Dogan de li gel îfadeya "Rojnameger e" jî disa bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" amade kir. Dogan, dê di 9'ê Kanûnê de derkeve pêşberî dadgehê. Dozger piştî îdîaname pêşkêşî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê kir, rûniştina dozê dê di 9'e Kanûna 2016'an de li Mêrdînê bê dîtin Şahid 'Rojnameger e' Şahidên ku li ser Dogan îfade dabûn jî di îfadeyên xwe de diyar kiribûn ku Dogan Rojnameger e. Lê dozger li gel îfadeya şahidan der barê Dogan de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" îdîaname amade kir û doz vekir. Her çend şahidan diyar kirin ku "Me dît dîmen, wêne kişand û li Girê Mîra wêne dikişand û roportaj digirt" ji dîsa dozger li gorî xwe îdîaname amade kir. Dozger der barê Dogan de ji xala “5237 a TCK’e ya zagona hêjmar 314/2, 3713'an û benda 7/2-2, hevoka TCK 58/9,53,63” bi îdîaya “endamtiya rêwxistinê" û “propaganda rêxistinê" doz vekir û pêşkêşî dadgehê kir. Yekemîn rûniştina doza Rojnameger Zehra Dogan dê di 9 Kanûna 2016'an de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (mae)