Rojnameger Aykol îfade da 2016-10-19 10:48:49 ENQERE (DÎHA) - Hevgerînendeyê berê yê Weşanê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol carekdin îfade da. Hevgerînendeyê Weşanê yê Giştî yê berê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol bi talîmata dozger ji ber dozên xwe yên li 13'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber nûçeyên çêkirine ji 2 dozan îfade da. Aykol li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bi sûcdariyên "teşwîqî sûc kiriye", "pesindayîna sûc û sûcdar" û "propagandaya rêxistinê kiriye" îfadeya xwe da û wiha got: "Dema ku nivîs hatin weşandin ez gerînendeyê weşanê yê giştî bûm. Ji ber ku li Enqereyê rûdinêm dema ku rojname diçe çapê nabînim." Aykol sûcdarî qebûl nekirin û diyar kir ku rojnamegerî ne sûce. (mb)