Polîsan revand welatiyan xelas kir 2016-10-19 10:23:23 DÎLOK (DÎHA) - Xwendekarê Zanîngeha Dîlokê F.K. ku ji aliyê kesên xwe wekî polîs dan naskirin ve hat revandin, ji aliyê welatiyan ve hat xelaskirin. F.K., serî li Şaxa ÎHD'ê da û alîkarî xwest. Xwendekarê Zanîngeha Dîlokê F.K., roja borî ji aliyê kesên hat diyarkirin ku polîsin ve hat revandin û ji aliyê welatiyan ve hat xelaskirin. F.K., ku hat revandin, diyar kir ku ewlehiya wî tune û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê da. F.K., diyar kir ku di 12'ê Cotmehê saet di 17.00’an de li pêş Zanîngeha Dîlokê kesên xwe wekî polîs dan naskirin xwestin wî birevînin. F.K da zanîn ku di heman demê de li çayxaneyekê jî dixebite û dema derket derve û çû alavan bistîne 2 kesan nasnameya wî pirsî ye û xwe wekî polîsên sivîl dane naskirin û wiha got: "Xwestin min bi zorê li erebeyê suyar bikin. Nasnameya polîsan nîşanî min dan. Lê min bawer nekir û min nexwest li maşînê suyar bibim. Piştî gelek welatî hatin cihê bûyerê, dest ji min berdan û reviyan. Maşîna ku ez rawestandim û xwestin min birevînin plakeya wê 27 EG 768 bû. Dema ez çûm qereqola polîsan, polîsan diyar kirin ku ji ber Maşîna 27 EG 768 aydî TEM'ê ye ew nikarin maşinê di pergalê de bibînin. F.K, da zanîn ku dema çû midûriyeta polîsan pirsî, rayedarên miduriyeta polîsan jî diyar kiriye ku ev plake ne aydî wan e" F.K., destnîşan kir ku ewlehiya wî tune û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê da. (mae)