Cenazeyê Alkan ê YPS'î hat definkirin 2016-10-19 10:13:26 AMED (DÎHA) - Endamê YPS’ê Xeyetulah Alkan ê di berxwedana xwerêveberiya Geverê de jiyana xwe ji dest dabû li Hênê hat definkirin. Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Xeyetulah Alkan (Rizgar Amed) ê di berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de jiyana xwe ji dest dabû bi awayekî qorsanî li Goristana Bêkesan a Erziromê hatibû definkirin. Piştî testa DNA’yê bi encam bû malbat çû Erziromê cenazeyê kurê xwe hilda û anîn navçeya Hênê ya Amedê. Cenazeyê Alkan ku ji karwanek wesayîtan pêk dihat birin gundê Enehîr ê Hênê. Cenazeyê Alkan di têketina gund de bi slogan û çepikan hat pêşwazîkirin. Di merasîma li gund de hat amadekirin rêveberên MEYA-DER, DBP, HDP û bi sedan welatî tevlî bûn. Piştî wecîbeyên olî cenaze li goristana gund li gel berzkirina sloganên “Şehît namirin” û “Ey şehît xwîna te li erdê namîne” hat definkirin. Piştî definkirinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Dê serdanên sersaxiyê yên Alkan li gund bên qebûlkirin. (rd/bg)