Çeteyên DAIŞ'ê sivîlan wekî mertal bi kar tînin 2016-10-19 10:05:34 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Di operasyona Mûsilê de hate hînbûn ku çeteyên DAIŞ'ê sivîlan wekî mertal bi kar tînin. Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê hate destpêkirin didome. Hate hinbûn ku welatiyên sivîl ên dixwazin ji bajar derkevin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên astengkirin. Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ'ê sivîlan dişînin malên çeteyan û bi vî rengî dikin ku sivîl bibin hedef. Tê gotin, çete bi vê yekê ve dixwazin di bombebarana gengaz de sivîl bibin hedef û bi vî rengî rewatiya operasyonê ji holê rakin. Rêveberên Wîlayeta Nînovayê jî li ser mijarê agahî da û piştrast kirin ku çeteyên DAIŞ'ê di nava hewldaneke bi vî rengî de ne. (sa)