Ji bo dengê jinan bilind bikin dê xebatan bimeşînin 2016-10-19 09:19:15 AMED (DÎHA) - Parêzer Nuşîn Uysal Ekîncî ku wekî jin tenê karî beşdarî civîna giştî ya Lijneya Rêvebir a Baroya Amedê bibe diyar kir ku ji 7 jinên namzet tenê yek hatiye hilbijartin û wiha got: "Dema tu li bingeha baroyê dinêrî tu dikarî pirsgirêka jinan bibînî." Baroya Amedê di 8-9'ê Cotmehê de bi civîna xwe ya Lijneya Giştî ya 45'emîn rêveberiya xw eya nû hilbijart. Lê ji rêveberiya bajêrê re tenê jinek hat hilbijartin. Ligel ku 7 namzedên jin hebûn jî tenê Parêzer Nuşîn uysal Ekîncî wekî rêvebir hat hiibijartin. Ekîncî, da zanîn ku ev dê şikestinekê ava bike, beriya niha herî zêde 3 jin dihatin hilbijartin lê ligel 7 namzet hebûn jî hizirîne ku dê hêjmara jinan zêde bibe lê berovajî vê hêjmara jinan kêm bûye. Ekîncî, da xuyakirin ku ji ber hêjamara namzedên jin zêde bûn hêviyek çêbibû û wiha got: "Hevalên me yên jin xebatek baş didan meşandin. Lê xeyalên me hemûyan vale derketin. Ez tenê hatim hilbijartin û ji vê nerazî me. Ji ber ku hebûna jinekê tenê di nava baroya Amedê de dê di aliyê xebatan de me bixe zehmetiyan û baroya Amedê vê heq nake. Di Baroya Amedê de tenê jinek, em şaşwaz bûn em li benda 3 jinan bûn. Dê ev yek hem me hem jî baroyê bixe nava zoriyan. Wekî wezareta malbatê, ên me jî bi peyamekê dibêjin tenê jinek berpirs hebe bese. Pirsgirêka jinan pirsgirêkek mezine. Dema em li bingeha baroyê dinêrin dikarin pirsgirêka jinan bibînin. Lê dîsa jî hêviyên me neşikestîne. Em ê di hilbijhartinek din de xurttir xwe amade bikin." Ekîncî, da xuyakirin ku ligel di baroyê de jinek tenê heye jî rengê jinan winda nebûye û wih axivî: "Baro navenda jin û zarokane û divê xebatên baş bên meşandin. Emê navenda jinan bi awayekî xurt bidin xebitandin. Hemû hevalên me yên jin ên ku bûne namzed di vî alî de xwestekên wan hene. Li herêmê herî zêde jin bindestin û herî zêde tên mexdûrkirin. Di vê mehê de 20 jin hatin qetilkirin. Ev trajediyekî mezine. Divê em li hemberî vê dengê xwe bilind bikin. Di mijarên jinê de gelek berpirsyariyên me hene. Ji bo dengê jine di asta herî bilind de derkeve em ê li Baroya Amedê xebatan bidin meşandin." (mb)