Aydin: Turkiye, birînên 1400 salî xwîn dike 2016-10-19 09:11:43 ENQERE (DÎHA) – Li gor nivîskar-dîroknas Erdogan Aydin, polîtîkaya mezhebiî ya ku Tirkiye di ser Mûsilê re dimeşîne, dê ji bilî xwînkirina birînên ku 1400 sal dîroka îslamê daye der bi kêrî tu tiştekî neyê. dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin ê ku bi xebatên xwe yî arasteyî mezheban tê nasîn, polîtîkaya sunnî- dij kurdan ya ku Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn disepîne rexne kir. Aydin di wê baweriyê de ye ku, dê ew polîtîkaya sunnî ya ku Tirkiye di ser Mûsilê re disepîne, li Rojhilata Navîn ji bilî kûrkirina birînên dîrokî pêvtir bi kêrî tiştekî jî neyê. Aydin got, Tirkiye polîtîkaya Îranê ya li ser asasên mezhebiya şiiyî, ji xwe re kiriye mertal û wiha ev li gotinên xwe zêde kirin: “Û polîtîkaya xwe mezhebî wek di bin nixumîna mafên mirovan de pêk tîne. Herî kêm bi qasî Îranê, polîtîkayeke mezhebî disepîne.” ‘Tirkiye vediguherîne aloziyeke herêmî’ Aydin bi bîr xist ku, dema Mûsil teslîmî DAIŞ’ê hat kirin, Tirkiye nêzîkatiyeke dijderketinê neda der û got, dema hikûmeta şiî ya Iraqê û kurdên Iraqê hewl didin wê bistînin, Tirkiye dixwaze vê rewşê veguherîne aloziyeke herêmî. ‘Dê birînên dîrokeke 1400 salî xwînî bike’ Aydin balê kişand ser tifaqa Tirkiye ya bi Suûdî Erebîstan, Quweyt, serokwezîrê berê yê Iraqê Haşîmî û waliyê berê yê Musilê Nûceyfî û wiha axivî: “Ev tifaq jî didin der ku, Tirkiye polîtîkaya mezhebî dişopîne. Û dê ev polîtîka ji bilî xwînîkirina birînên 1400 salî yên dîroka îslamê pêvtir bi kêrî tiştekî jî neyên. Heta ku di cîhana îslamê de hemû mîhraqên mezhebî, meşrûbûna hemû emzhebên din qebûl nekin, dê di navbera misilmanan de vî şerî xwîniyî bi dawî nebe. Ji ber vê divê em li dijî her cure refleksên mezhebî derkevin.” ‘Divê polîtîkaya mezhebî ya Îranê neyê piştguhkirin’ Aydin dest nîşan kir ku, piştî operasyona Mûsilê dê li bajêr ji aliyê sunniyên ku têkiliya wan bi DAIŞ’ê re tune ye pêşketineke ciddî xwe bide der û wiha axivî: “Heke DAIŞ ji bajêr bê avêtin, dê sunniyên li Mûsilê ji rewşa xwe yî niha çêtir, di nav şertên baştir de bijîn. Lê belê bi vê re, divê ev jî neyê jib îr kirin; Îran jî siyaseteke mezhebiyî dişopîne û ber bi qadê ve diçe.” ‘Polîtîkaya wê yî mezhebî, elewiyan piştguh dike’ Aydin diyar kir ku, polîtîkaya mezhebî ya îktîdara AKP-Erdoganî bi awayekî talûke li nav Tirkiyeyê jî xwe dide der û anî ziman ku, ji roja ku bûye îktîdara li civakê refleksên sûnniyî hêzdartir bûne û bi vê re hin sepandin xistine meriyetê. Aydin wiha got: “Ji bo AKP’ê polîtîkaya sereke, bi awayekî sunnî mezinkirin û xwedîkirin zaroka ye. Ev polîtîkaya mezhebî ewqas tûj e ku, di warê prisgirêka elewiyan a Tirkiyeyê de li gel 6 biryarên Dadgeha afên Mirovan a Ewropayê hene jî, dîsa divêtiyên biryaran tên piştguhkirin. Ev li hundir hem dibe sedema zêdekirina emxdûriyetan hem jî pêdiviya aşitiya ya hemû herêmî binpê dike.” Aydin got, divê Tirkiye demildest dev ji van polîtîkayên xwe yî mezhebiyî berde û divêtiyên hemwelatîbûna wekhev bi cih bîne. (red)