Xebatkarê şaredariye serbest hatin berdan 2016-10-18 18:22:50 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê 4 xebatkarên şaredariye ku hatibûn binçavkirin hatin berdan. Li navçeya Cizîrê duh 4 xebatkarên şaredariyê yên bi navê Îbrahîm Yildiz, Gulcan Sansak, Edîbe Aslan û Suleyman Bordogan ji aliye tîmen taybet ve hatibûn binçavkirin hatin berdan. Piştî îfadeya Yildiz, Sansak, Bordogan û Aslan li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê hat girtin ew derxistina dozgeriyê. Piştî li dozgeriyê jî îfadeya wan hat girtin hatin berdan. (kom/mae)