Bi hezaran welatiyên Mûsilê berê xwe dan Rojava 2016-10-18 14:33:12 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Bi hezaran welatiyên Iraqê yên li herêmên nêzî Mûsilê ji ber şerê di navbera Hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê koçî Rojava û bakûrê Sûriyê dibin. Derdora 2 hezar koçberên Mûsilê li ser sînor li bendê ne ku derbasî Rojava bibin. Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê re herêmên derdora Mûsilê hate topbaran û bombebarankirin. Ji ber vê yekê welatiyên wan herêman neçar bûn, malên xwe terk bikin û koçber bibin. Ji duh ve pêla koçberiya ji Mûsilê û derdora wê her ku diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê, bi hezaran koçber xwe dispêrin xaka Rojava-Bakûrê Sûriyê dibin. Li gorî çavkaniyên ji herêmê derdora 2 hezar koçber li ser sînor hewl didin ku derbasî Rojava û bakûrê Sûriyê bibin. Li gorî agahiyên Netewên Yekbûyî, îsal ji 50 -60 hezar welatiyên Mûsilê xwe spartine Rojava- bakûrê Sûriyê. Hate gotin ku hîn jî derdora milyonek û nîv kes hîn di Mûsilê û derdora wê de hene, ji ber vê yekê tê payîn ku pêla koçberiyê di rojên pêş de hîn zêdetir bibe. (sa)