Greva birçîbûnê li Girtîgeha Şirnexê 9 rojin didome 2016-10-18 14:06:26 SÊRT (DÎHA) -Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê çalakiya girtiyan di roja 9'emîn de berdewam dike. Şaxa TUHAD-DER'ê ya Sêrtê, bang li rayedaran kir û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi armanca daxwazên wan pêk bên 9 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Şaxa TUHAD-DER'ê ya Sêrtê têkildarî daxwazên girtiyan li avahiya xwe civina çapemeniyê pêk anî. Hevserokên TUHAD-DER û xizmên girtiyan tevî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rayedarên dewletê bi lezgîn daxwazên girtiyan pêk bînin. Hevserokê TUHAD-DER'ê Meryem Erberk, diyar kir ku hêzên dewletê li Şirnex û gelek bajarên din polîtîkayên xerabkirin û talankirinê xistine meriyetê û xwest dewlet dest ji van polîtîkayan berde. Erberk, da zanîn ku li Şirnexê jî polîtîkayên dorpêç, xerakirin û talankirinê didome û wiha got: "Niha li gorî me xwediyê Şirnexê li derve ne. Şirnex bê xwedî maye. Girtiyên Girtîgeha Tipa T a Şirnexê ji bo welatiyên Şirnexê vegerin warê xwe û qedexeya li ser Şirnexê bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Girtî 9 rojin di çalakiyê dene. Ji bo daxwazên girtiyan pêk bê divê OHAL rabe, dorpêç û qedexe bi dawî bibe. Dîsa divê şert û mercên girtîgehê asayî bibin. Em jî wekî TUHAD-DER'ê bang li rayedaran dikin û dixwazin guh bidin daxwazên girtiyan û daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û saziyên sivîl ên civakî jî dikin û dixwazin li dijî van zextên li ser gelê Şirnexê û girtiyên Girtigîgeha Şirnexê tên meşandin hişyar û hestiyar tev bigerin. (mae)