Navçeya qeyûm hat tayînkirin di nava çopê de maye 2016-10-18 13:03:25 WAN (DÎHA)- Li navçeya Artemêta ku qayûm tayînî şaredariyê hat kirin TOKÎ'yên ji bo erdhejzedeyan hatin çêkirin di nava çopê de maye. Piştî ku Alîkarê Waliyê Wanê Îbrahîm Ozkan wekî qeyûm tayînî Şaredariya Artemêtê hat kirin şaredarî naxebite. Li navçeyê TOKÎ'yên ku di 2012'an de ji bo erhejzedeyan hat çêkirin û bi hezaran malbat dijîn beriya ku qeyûm bê tayînkirin çop her roj dihatin komkirin lê bi tayînkirina qeyûm ve çop êdî hefteyê careke tê komkirin. Çopên ku hefteyekî nayên komkirin ji ber ba li her derê belav dibin. Welatiyên ku li vir dijîn ji ber vê yekê bi gazinc in. Ji welatiyên ku li TOKÎ'yê dijî Ahmet Aşkin têkîldarî rewşê wiha got: "Beriya ku qeyûm bê tayînkirin çop her tim bi aweyekî rêk û pêk dihat komkirin. Lê niha çop êdî wekî berê nayên komkirin. Ji ber ku çop nayên komkirin her der êdî tijî çop bûye." Aşkin xwest ku pirsgirêka çopê bê çareserkirin. (sa)