Qeyûm karkerên şaredariyê deq kir 2016-10-18 12:26:07 WAN (DÎHA) - Qeyûmê Şaredariya Riya Armûşê Onder Can, derket holê ku karkerên şaredariyê fîş kiriye. Alîkarê Walî Onder Can ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Riya Armûşê hat kirin derket holê ku karkerên şaredariyê deq kiriye. Can agahiyên nasnameyê 760 karkeran ji Midûriyeta Polîsan a Wanê re şand. Hate hînbûn ku emniyet jî di çarçoveya lîsteyê de amadekariya ji kar avêtina karkeran dike, li şûna karkerên ku ji kar bên avêtin jî kesên ku ji lîsteyên rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan tên dê bên girtin. (sa)