Gundên Şehbayê tê bombebarankirin 2016-10-18 12:05:18 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Hêzên artêşa tirk û çeteyên DAIŞ`ê gundê Um-Hoş û Um- Qura yên herêma Şehba topbaran dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) artêşa tirk û çeteyên DAIŞ`ê rojhilatê bajarokê bi şev Mare gundê Um-Hoş û gundê Um-Qura yên girêdayî Ezazê ya herêma Şehba topbaran dikin. Li gorî agahiyan Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşan û şer heta serê sibehê berdewam kiriye. Topbarana çeteyên DAIŞ`ê û artêşa tirk a li dijî gundê Um-Hoş û Um-Qura didome. (sa)