Bi hezaran iraqî daketin kolanan 2016-10-18 10:44:28 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li Bexdayê bi hezaran kes daketin kolanan û ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ber bi sefîrxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan. Li Bexdaya Iraqê bi hezaran kes serê sibehê daketin kolanan û ber bi sefîrxaneya Tirkeyeyê ve meşiyan. Xwpêşandaran li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Iraqê dest bi çalakiyê kirin. Çalakgeran peyama “Pêwîst e hêzên dagirker li ser xaka Iraqê biçin derve" dan. Duh Serokê Tevgera Sedir a Iraqê, Muqteda Sedir ji welatiyan xwest ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber konsûlxaneya vî welatî çalakî lidar bixin (sa)