Heyeta Tirkiyeyê ji Iraqê destvala vegeriya 2016-10-18 10:36:31 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku heyeta Tirkiyeyê ji bo vekişandina hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê çend nêrîn pêşkêş kirin lê nêrîn û daxwazên wan di asta bersivdayîna daxwazên Iraqê de nebû. Piştî ku operasyona Mûsilê dest pê kir duh Tirkiyeyê heyetek bi serokatiya Musteşarê Wezareta Derve Umit Yalçin hat Bexdayê. Yalçin ji bo mayîna hêzên Tirk li Iraqê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin pêk anî. Der barê encamên civînê de Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Cemal daxuyaniyek da. Cemal wiha got: “Şandeya Tirkiyeyê roja duşemê gihişte Bexdayê. Ji bo vekişandina hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê hinek daxwaz pêşkêş kirin. Lê nêrîn û daxwazên wan di asta bersivdayîna ji bo daxwazên Iraqê nebû. Ji bo wê jî pêwîst e Tirkiye hêzên xwe ji kampa Başîka bikşîne û rêz ji serweriya xaka Iraqê bigire.” Ehmed Cemal diyar kir ku Iraq pişta xwe dide hêzên netewî yên Iraqî ji bo rizgarkirina Mûsilê û nahêle hêzên biyanî li ser xaka Iraqê şer bikin. (sa)