Polîsan wargeha xwendekaran dagir kiriye 2016-10-18 09:18:10 COLEMÊRG (DÎHA)- Li Geverê wargeha Lîseya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadolûyê ya Selahaddîn Eyyûbî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dagirkirin. Li Gevera Colemêrgê, wargeha xwendekarên Lîseya Pîşeyî û Teknîkê ya Anaodolûyê ya Selahaddîn Eyyûbî ji aiyê tîmên taybet ve hatiye dagirkirin. Dersxane û avahiya wargehê ya ku hema bêje bi hevdu ve ne, li ber deriyêê wê 24 saetan wesayîta zirxî tê rawestandin û her wiha hemû qadên aîdî xwendekaran jî, ji aliyê rêveberiya dibistanê hatien qedexekirin. Xwendekaran vegot ku, di teneffusan de li baxçeyê dibistanê bes ji bo qadeke biçûk destûra wan tê dayîn û gotin, xwendekarên keç jî piştî saetekê niakrin derkevein baxçeyê dibistanê. Derketina xwendekaran a baxçeyê dibistanê hat qedexekirin! Xwendekarê bi navê O.H. ê ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku ew li dibisaneke ku veguherandine girtîgehê dersan dibînin û wiha got: “Ji sala çûyî ve polîs li beşeke wargeha me dimînin. Dema ew hatin, mudurê dibistanê em hemû li xwaringehê berhev kirin û ji me re got, divê hûn di dawiya hefteyê de bi tu awayî dernkevin baxçeyê dibistanê. Dema em dawiya hefteyê li wargehê dimînin, ji bilî hevalên me yî ku qursên wan hene kes ji me niare derkeve baxçe. Piştî ji dibistanê em vedigerin, saet çid ibe bila bibe em nikarin derkevin baxçe. Serê sibehê tu nexweş bî, dersa te hebe tune be jî, divê tu cilên xwe li xwe bikî û ji wargehê derkevî.” Heta derengê şevê bi formayên xwe rûdinên O.H. diyar kir ku li wargehê saet heta 21.00’ê li xwe kirina eşofmanan jî qedexe ye û ew heta vê saetê bi formayên xwe dimînin. ‘dibistan di bin emrê polîsan de ye’ Xwendekarekî din ê nexwes navê wî bê aşkere kirin jî, da zanîn ku polîs li ber wargehê bi şort û atlet rûdinên. Xwendekar wiha axivî: “Her tiştî li me qedexe kirin, lê polîs çawa bixwazin li nav wargehê digerin, li ber derî bis aetan bia wayekî nîvtazî rûdinên. Me bi dehan car î ragihand ku, em ji vê rewşê nerihet dibin. Qaşo dibistan ji bo xwendekaran hatiye çêkirin, lê tiştekî wisa tune ye. Dibistan di bin emrê polîsan de ye.” Xwendekaran got, wan gelek caran rewş ragihandiye mudurê dibistanê , lê mudur ji bo wan ev gotiye, “Hek hûn pir nerihet dibin, biçin bi qaymeqam re hevdîtinê pêk bînin, tiştekî ku ez bikim nîne.” Bi rêya telefonê me xwe gihand hin rayedarên dibistanê, lê gotin niha mudurê dibistanê ne li navçeyê ye. (red)