Jinên Şirnexê sembola berxwedanê ne 2016-10-18 09:16:58 ŞIRNEX (DÎHA) - Jinên Şirnexê yên ku ev 7 meh e ji neçarî ji bajarê xwe derketine û jiyana xwe di konên li derdora Şirnexê de didomînin, li gel hemû şert û mercên zor û zehmet jî, peyama berxwedanê dan. Berxwedana Şirnex a ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, bi jinan berdewam dike. Jinên Botanê yên ku di konan de jiyana xwe berdewam dikin li dijî şert û mercên zivistanê xwe amade dikin û dibêjin demsal an jî meha berxwedanê nîne, berxwedan her dem di hemû şert û mercan de pêwîstiyek e. Jina bi navê Emîne Kulter ku di konan de jiyana xwe berdewam dike, behsa zehmetiyên rojane kir û got, ew ê li gel her tiştî jî li ber xwe bidin û axa xwe neterikînin û wiha axivî: ''Zivistan tê û zarokên me di şert û mercên pir zehmet de dijîn. Tişta ku me herî zêde xemgîn dike jî ev e. Lê em ê vê xemgîniya xwe veguherînin têkoşînê. Niha ev ji me tê xwestin.'' 'Em li vir di nava berxwedanekê de ne' Jina bi navê Gulê Bîlen jî got, ew çiqasî ji derve bimînin jî ew ê axa xwe neterikînin û wiha axivî: ''Em li virin û li ber xwe didin. Me Şirnexa xwe bernedaye û em naberdin jî. Heta em sax bin, em dev ji berxwedanê jî bernadin. Em pir mereqa axa xwe dikin û em pir pê aciz dibin welatê me li ber çavê me tê hilweşandin. Xaniyên me tên xirakiri, lê ev li pêşiya berxwedan û têkoşîna me nabe asteng.'' 'Em li benda alîkariya gelê xwe ne' Jina bi navê Sabriye Ustek jî got, jin ji ber şert û mercên giran di jiyana rojane de zoriyan dikişînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: ''Di her şert û mercî de jin karên weke nançêkirin û paqijiyê dikin, lê ji ber bêderfetiyê bê guman zoriyên wê jî hene. Em li benda alîkariya gelê xwe ne. Em divan rojên sar de di saetên sibê de radibin heta êvarî em narûnin û dîsa jî em pêre nagihijin. Mirovên me yên temengihaştî hene û nexweş in. Em nikarin her carê rakin nexweşxaneyê, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi dixtoran heye.'' (kom/no/red)