KOM, rêya diçe aştiyê bi rêxistin dike 2016-10-18 09:16:17 STENBOL (DÎHA) - Endama KOM’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku, di serdemên şer de li dijî jinan şideta mêr-dewletê dikeve dewreyê û wiha got: “Em wek hedef demokratîkbûyînî, rêxistinbûyîna ku ber bi aşitiyê ve diçe wek hedef ji xwe re esas digirin.” Meclîsa Azadiya ya Jinan (KOM) a ku di pêvajoya aşitî û muzakereyan de ji çend komên jinan pêk hat, li gel domandina têkoşîan li dijî serdestiya mêrî, ji bo berfirehiya zemîna civakîbûyîna aşitiyê û têkoşîna azadiyê ya jinê di warê afirandina polîtîkayan de xebatên xwe didomîne. KOM, bi şerê heyî re ji bo pêkanîna civakîbûyîna aşitiyê di nav hewldanan de ye. KOM, xebatên xwe bi rêya; Komîsyonên Heqîqet û Şopandin, Dîplomasî, Qanûna Bingehîn, Çapemenî û Xweparastinê dimeşîne. Ji Koordînasyona KOM’ê Gulsum Agaoglû, der barê xebatên meclîsê, rêbazên dê bên şopandin û polîtîkayên arasteyî jinana de axivî. 'Di serdemên şerî de li dijî jinê şideta mêr-dewletê ket dewrê’ Agaoglû anî ziman ku, di navbera îktîdara AKP’ê ya 14 salî û îktîdarên din de tu ferq tune ne, serdestiya mêrî di serdema AKP’Ê de li dijî jinan bi awayekî zayendî û mêrî teşe girtiye û wiha axivî: “Di serdemên şerî de li dijî jinan şideta mêr-dewletê ket dewrê. Ji ber wisa ye, cilûbergên wê wek hincet hatin nîşandan û avêtina pehînan ket dewrê. Ev berdewamiya polîtîkayên dewletê yên ku bila jin li malê rûbê û bes zarokan çêbike. Niha jî di tayînkirina qeyûman de ewil, li dijî şaredarên jin ên bi awayekî resmî serok bûn pêk hat û arasteyî vê navendên jinan hatin girtin. Ev jî li dijî jinê berdewamiya serdestiya polîtîkayên mêrî ne.” 'Pêdivî bi aşitiyê heye’ Agaoglû ya ku got “Niha nepêkan e ku mirov behsa çareserî û muzakareyê bike, lê her dibê pêdivî bi aşitiyê heye” diyar kir ku, ji berk u çareserî û maseya muzakereyê tune ye, ev rastiya rêxistinbûyîna pêvajoyê jî ji holê radike. Agaoglû wiha axivî: “Yek ji hedefên me yî sereke, tespîtkirina binpêkirinên mafan ên ku vê serdemê hatine jiyîn e.” Agaoglû da zanîn ku, li Kurdistanê paralelî şer û “qedexya derketina derve” di bin banê Komîsyona Heqîqet û Şopandinê de ew çûne herêmê û binpêkirinên mafan raçav kirin û anî ziman ku, hedefa wan ew e ku, ji bo pêşerojê arşîvekê bihêlin. 'Em ê bi Komîsyona Dîplomasiyê binpêkirinên mafan tespît bikin’ Agaoglû a ku got, KOM ji deh komîsyonan pêk tê û ew ê xebatên xwe bi rêbaza komîsyonî bidomînin wiha axifî: “Ji van komîsyonan hinek jê, ne ji ber pêdivî bi wan tune, lê ji ber pêşanî bi hinên din hene me ew niha pasîf kirine. Em ê giraniyê bidin ser xebatên Komîsyona Heqîqet û Şopandin û Komîsyona Dîplomasiyê. Em ê bi Komîsyona Dîplomasiyê binpêkirinên mafan tespît bikin û em ê şiverêyên vana çêbikin.” 'Hedefa ew ku, em rêya ber aşitiyê ve diçe bi rêxistin bikin’ Agaoglû anî ziman ku, demokratîkbûyîn û rêxistinbûyîna bi avakirina aşitiyê, dîtina şideta li dijî jinê zaf girîng e û wiha axivî: “Dema em şerê navxweyî yê li Rojhilata Navîn jî esas digirin, divê wek hedef em rêya ku ber bi aşitiyê ve diçe bi rêxistin bikin.” ‘Me polîtîkayên heyî hemû dhurandine, li gor wê em tevdigerin’ Agaoglû diyar kir ku, dema hedef hevpar bin ew bi rêxistinên jinan ên din re jî dixebitin û ji bo bilindkirina dengê civakîbûyîna aşitiyê wiha behsa hevpariya bi rêxistinên din re kir: “Di çarçoveya pêdiviyên hevpar de, divê piştevaniya me û rêxistinbûyîna me hebe. Sepandina OHAL’ê heye. Êrîşên arasteyî şaredariyên DBP’yî didomin. Divê meriv şopdarê rewşên heyî be. Divê hem li derveyî welat hem jî li nav welat em rayekê çêbikin. Ji bi avakirina kevneşopiyeke demokrasiyê, em qet dev jê bernedin. Hêza herî xurt, hêza têkoşîna bi hev re ye. Niha am bi faşîzmeke dijwar û giran re rû bi rû ne. Li dijî vê ji bilî berxwedanê tu rê û çareseriyeke din tune ye. Dibe ku ehr kes newêribe dakeve kuçeyan. Dewleta mêrî şidetê digihîne hev û jinê hedef digire. Polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinê jî, hevkariya vê dikin. Me dahurandina vana hemûyan kiriye û me ev polîtîka xistine navenda çalakîbûyîna xwe.” (red)