Ev 5 sal e erdhejzede li benda cebirandina birînên xwe ne 2016-10-18 09:14:11 WAN (DÎHA)- Li Wanê piştî erdheja ku pêk hat, ji ber sozê ku AKP da û bi cih neanî ev 5 sala erdhejzede di konteyniran de dijîn û dixwazin pirsgirêka wan bê çareserkirin. Di ser erdheja ku di 23’yê cotmeha 2011’an de li Wanê pêk hat û zêdeyî 600 kesî jiyana xwe ji dest da, bi hezran kes birîndar bûbûn 5 sal derbas bû. Li bajêr hîn jî gelek welatî ji ber erdhejê mexdûr in û li benda cebirandina birînên xwe ne. Ji van mexdûran jî 18 jê, ji ber di erdhejê de mal rûxiyan li navçeya Artemêtanê li Bajarê Konteynirî yê Anadolûyê dijîn û ev 5 sal e terkî çarenûsa xwe hatine kirin. Ev malbatên ku ji bo hêwirgehan gelek caran serî li walîtiyê dan, hemû serlêdanên wan hatin redkirin û hîn jî li konteyniran dijîn. Têkildarî vê malbat dixwazin demildest ji bo pirsgirêka wan çareseriyek bê dîtin. 5 sal e li benda çareseriyê ne Ji erdhejzedeyan Gulten Tûrgût diyar kir ku, li gel 5 sal di ser erdhejê derbas bûye hîn jî daxwaza hêwirgehên wan î mayînde nehatiye çareserkirin û got, ew li benda çareseriyekê ne. Tûrgût diyar kir ku, li bajêr avahiyên ku ji bo dadwer û dozgeran hatine çêkirin vala ne û wiha axivî: “Eger dadwer û dozger li van avahiyan rûnanên, bila bidine me. Walîtî û saziyên din gelek soz dane, lê yekî jî bi cih neanîn. Bila werin vî halê me bibînin. Zivistan hat, em nizanin em ê çi bikin. Jixwe konteynir hildiweşin. Em dizanin sibe dusibe dê me ji van deran jî derînin. Tenduristî û derûniya me nebaş e. Hîn jî ji bo me tu tişt nehatiye kirin.” Zarok tim nexweş dikevin Tûrgût balê kişand ser tenduristiya zarokên ku di konteyniran de mezin bûn û got, ji ber şert û mercan zarok tim nexweş dikevin. Tûrgûr wiha axivî: “Dema zivistan tê, ji ber konteynir serma ne zarok zû nexweş dikevin. Zarokên malbatên li vir hemû nexweş in û ji bo wan heta niha tu tişt nehatiye kirin. Niha derûniya zarokên me jî nebaş e.” Bila hinek dengê me bibihîsin Nafiye Demîr (66) a ku ev 5 sal e di konteyniran de dijî jî got, ji ber her derê konteyniran bi rutûbet e, nexweşînên kronîk lê peyda bûne. Demîr ragihand ku, her roj rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dine û wiha axivî: “Di zivistanê ji ber hewa sar e, bi dehan nexweşîn li min peyda bûne. Di zivistanê de ev nexweşîn pêş dikevin. Nexweşînên min î wek fitqa newqê, romatîzma, astim, şekir, tansiyona zêde hene û ji ber wan di vî temenî de zêde zehmetiyê dikşînim. Sozên ku ji bo me hatin dayîn, dewletê yek jî bi cih neanî. Heta roja îro tu rayedarek nehatiye bi me re eleqedar nebûye. Bi sala ye em li vir riziyan, êdî bila hin kes dengê me bibihîsin.” Ji hilbijartinê heta hilbijartinê tên Guvercîn Oral a ku ev 5 sal e di konteyniran de dijî jî wiha axivî: “Havîn, zivistan em tim li derve firaqan dişon. Ava germ tune. Di zivistanê de em serê zarokê xwe naşon. Çimkî hewa zaf sar e. Nexweşîn zêde li zarokên me peyda dibin. Her roj rewşa zarokê me ya tendurisiyî xerab dibe. Ji hilbijartinê heta hilbijartinê hin kes tên li hal û ehwalê me dipirsin ûd için. Dawiyê tu kes berê xwe nade me. Bi sala ye em vê zehmetiyê dikşînin.” (red)