3 mehan bêav li ber xwe dan 2016-10-18 09:02:35 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê welatiyên ku li dijî êrîşên qirkirinê yê hêzên dewletê malên xwe neterikandin ligel ku tîmên taybet bi zanebûn boruyên avê teqandin jî 3 mehan bêav li ber xwe dan. Li Şirnexê piştî îlankirina xwerêveberiyê, li bajar di 14'ê Adara 2016'an de "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin û êrîş û dorêç hê jî didome, ligel vê yekê jî bi sedan kesan hê jî malên xwe neterikandine. Welatiyên ku li taxên ku hatin xirakirin li dora bajar kon vedan û li vir berxwedana xwe didomînin. Li taxên Gundogdu, Vakifkent, Aydinlikevler û Omerkoyê welatiyan malên xwe neterikandin û li dijî êrîşan li ber xwe dan. Ji bo bidin koçberkirin boruyên avê teqandin Hêzên dewletê taxên ku welatiyan neterikandin gelek caran êrîş kirin û tax topebaran kirin. Jibilî êrîşan jî li taxên ku hatin xirakirin, mal bi mal lêgerîn hat kirin. Hêzên dewletê yên ku bi vî re bi sînor neman ji roja ku êrîş dest pê kir ji bo ku welatî koç bikin boruyên avê teqandin. Ava baranê vexwarin Welatiyan piştî ku boruyên avê hatin teqandin 90 rojan bêav li ber xwe dan. Welatiyan bêav di bin êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe domandin 3 mehan carna ava bîran pêdiviyên xwe bi cih anîn hin caran jî bi ava baranê pêdiviyên xwe bi cih anîn. 219 roj in li bajar av tuneye Piştî ku di 3'yê hezîranê de daxuyaniya "operasyon bi dawî bû hat dayîn hin welatî ligel astengkirinan jî vegeriyan malên xwe. Li bajar av hê tuneye û welatî bi zehmetiyekî mezin pediviyên xwe yên avê bi cih tînin. Li bajar 219 roj in av tuneye û welatî bi piştevaniyekî mînak avê ji bîran dibînin û rojê avê didin malekî û ev yek ji bo wan dibe moralekî mezin. Ligel ku di bin şertên zehmet de av dibînin jî welatiyan 219 roj in malên xwe neterikandin. (sa)