Leşkerên bi ser gund de girtin welatiyekî bi xwêr ve kişandin 2016-10-17 19:55:08 COLEMÊRG (DÎHA) – Li herêma Garê ya Şemzînanê leşkerên ku bi ser gelek gundan de girtin, 7 kes binçav kirin û îşkence li welatiyekî kirin. Di encama îşkenceya leşkeran de welatî rakirin nexweşxaneyê. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşkeran bi ser gelek malên li gundê Garê û gundikên Meleviya, Gêleşîm û Şarîtê de girtin. Di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Omer Yuce, Reşit Suren, Bekir Yuce, Selim Demir, Siddik Yucel, Sait Tekin û Mehmet Emin Demir hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û welatiyên binçavkirî birin Muduriyet Polîsan a navçeyê. Hat ragihandin ku hêjmara kesên binçavkirî dibe ku zêdetir bibe. Leşkeran welatiyekî bi xwêr ve kişand Di serdegirtina malan de leşkerên ku heqeret li gundiyan kirin, welatiyê bi navê Kamûran Yilmaz jî bi awayekî hovane derp kirin. Laşê Yilmaz ê rakirin nexweşxaneya navçeyê ji ber lêdanê reş û hêşîn bû. Hat zanîn ku leşkeran Yilmaz bi xwêr ve kişandiye. Her wiha danê êvarê li çoltara van gundan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. (gka/red)