Li Enqereyê 45 rojan Rêveberiya Awarte! 2016-10-17 19:49:28 ENQERE (DÎHA) – Walîtiya Enqereyê, bi hinceta ewleyiyê heta 30’yê mijdarê hemû civîn, xwepêşandan û meş qedexe kirin. Walîtiya Enqereyê ya ku di demên dawî de destûra lidarxistina tu çalakî û faaliyetan nade, rêveberiya awarte ya ku li temamiya bajêr disepand bi awayekî fermî da der. Walîtî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, heta 30’yê mijdarê lidarxistina hemû civîn, xwepêşandan û meşan qedexe ye. Walîtî ji bo qedexeya ku nêzî 45 roja ye wek hincet “hewldanên pêkanîna çalakiyên rêxistinên terorî” nîşan da. (red)